Diyarname
Yenîsahne ku li Batmanê xebatên xwe yên çandî didomîne vê mehê bi bernameyeke rengîn li pêşberî temaşevanan e.
Di nav bernameya Yenîsahneyê de lîstikên şanoyên, gotûbêj, nîşandayîna belgefîlm û stand up heye. Di nav bernameyê de çalakiyên bi kurdî û yên bi tirkî jî hene.
Ji van yên bi kurdî, 7'ê mehê lîstika "Jina Qelew" dê bê lîstin.
Lîstika "Qral û Travîs" lîstika Şano Ar e ku lîstikek nû ye û 10'ê mehê dê promiyera xwe li dar dixe. Lîstik 11'ê mehê dîsa tê lîstin.
12 û 13'yê mehê û 19 û 20'ê mehê Erdal Kaya bi stand-upa xwe dê li ser dikê be.
Lîstika Yenîsahneyê "Serbaz" 14 û 28'ê mehê dê bê lîstin. Lîstika "Forsa Şerko" 21'ê mehê, lîstika "Tirş û Tehl" jî 23'yê mehê derdikeve pêşberî şanohezan.
Li Yenîsahneyê lîstikên şanoyê saet 19.30 de têne lîstin; stand-up saet 20.00'an de dest pê dike.
Belgefîlmê "Wergerandina Ulysses" jî 16'ê mehê saet 14.30 de dê bê nîşandayîn.
***
Li bajarên din bernameyên çandî:
- Mêrdîn / Li Şaneşînê vê mehê
- Amed / Li Şanoya Bajêr a Amedê vê mehê