HELEBCE
Li Zanîngeha Helebceyê pêşangeha wêneyan hat vekirin ku di tabloyan de mijara aştî û hevrejiyana li bajêr hatiye derketiye pêş.
30'ê mehê li Zanîngeha Helebceyê pêşangeha wêjeyan ji bo rojek hat vekirin. Di derbarê vekirina pêşangehê de berpirsê pêşangehê Hesen Murad ji bo Rojnewsê wisa gotiye: “Me ev pêşangehê di çarçoveya çalakiyên hefteya aştî ya Helebceyê de lidarxistiye. Di nava du rojan de 16 hunermendên şêwekar bi 16 tabloyên xwe di pêşangehê de amade bûn.”
Hesen Murad da zanîn ku ew çalakiyên bi vî rengî girîng dibînin û ev yek lê zêde kir: “Zimanê dîtinê bibandortir e, xelk kêm dikarin bixwînin û guhdarî bikin. Divê hunermend girîngiyê bi van çalakiyan bidin, wekî derfet bibînin da ku bikarin peyama xwe bigihînin.”
Şêwekar Ruxsar Rehmet ku tevlî pêşangehê bûye, wisa got: “Wekî hunermendek min tevlîbûna xwe ji hefteya aştiyê ya Helebceyê re kiriye û tevlî pêşangehê bûme. Tabloyên ku me nexşandine, peyama aştiyê li xwe digrin.”
Ji bo wêneyan lînkê bitikînin:
- Li Helebçeyê pêşangeha wêneyan