Batman
Li Batmanê di çarçoveya Hefteya Muzeyan de pêşangehek ji wêneyên kevn ên Heskîfê hate vekirin. Di pêşangehê de wêneyên Heskîfê yên 100 sal berê, reş û spî têne pêkêşkirin.
Pêşangeha ku Midûriyeta Muzeyan a Batmanê li Parka Ataturk vekiriye de, wêneyên fotografkêş Gertrude Margeret Lowethian ku 100 sal berê kişandine têne pêşkêşkirin.
Wêneyên ku jiyan û rewşa 100 sal berê a Heskîfê pêşkêş dike gelek bala kesên diçin serdana pêşangehê dikişîne.