logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Bêjan û Jana Xwe

  • Dîrok: 06/11/2023
  • Beş: Serbest

Berfîn Huseynî

Romana Bêjanê(1) 108 rûpel e û ji 7 beşan pêk tê. Di 5 beşan de cî dide berpirsiyarên “Bûyera Sarincê” ku lehenga romanê Bêjan, li dû wan e û bi dorê wan dikuje. Di her du beşên dawî de jî, pêşî cî dide jiyana Çilkeziyê ku dêya Bêjanê ye. Di beşa dawiyê de jî cî dide jiyana lehenga romanê, Bêjanê.

Di romanê de zeman diyar e, ji sala 1991'ê dest pê dike, di sala 2019'an de bi dawî dibe.

Ji destpêka romanê heta dawiyê, yanî di hemû beşan de vegêr şexsê sêyem (îlahî) e.

Ji aliyê mijarê ve nivîskar mîna romanên xwe yên din “Leqat” û “Dojeh”ê, mijarek dîrokî -dîroka nêzik- ji xwe re dike bingeh û romana xwe li ser vê yekê dihûne.

Roman li ser “Bûyera Sarincê” tê avakirin ku malbatek kurd ji aliyê nijadperestan ve tê qetilkirin.

Nivîskar çendîn Sarincê wekî ciyek û bûyerek xeyalî ava kiribe û qirkirina malbateke kurd (Malava) kiribe bingeha romanê jî, wekî mijar realîteya kurdên Bakur li ber çavan radixe ku ji ber pirsgirêkên cur bi cur koçî rojavayê Tirkiyeyê dikin. Cî, wekî nav xeyalî be jî, bûyer ji rastiyê pêk tê. Carinan “Ji bo ku xwendevan baweriya xwe bi berhema wêjeyî ve bînin, nivîskar alavên rastîya giştî jî tev li afirandina berhema xwe dikin” (2) Loma nivîskar jî Bûyera Sarincê bo romana xwe wekî alavek bi kar aniye ku em dizanin ne wextek dûr, ji vir  du sal berê, malbatek kurd li Konyayê ji aliyê nijadperestên tirk ve hat qetilkirin. Li gorî çîroksaziya romanê Bûyera Sarincê di sala 1991’ê de qewimiye. Piştî 28 salan di sala 2019’an de Bêjana qîza Çilkezîya ku ji “Sarincê” xilas bûye, ji bo tolhildanê li wan kesan vedigere ku ew kes di Bûyera Sarincê de berpirsyarên sereke ne. Ev kes jî kesên bi navên Poznikul, Serşonik, Lêvşelte, Çavnebarê û Çavnûtik in. Nivîskar Bûyera Sarincê bi van kesan didomîne. Serlehenga romanê Bêjan, bi kuştina Poznikul dest pê dike û heta hemû kesên ku di Bûyera Sarincê de berpirsyar in dikuje, beş bi beş didome û her kuştinek ji beşek pêk tê û di mehek de diqewime. Lehenga romanê Bêjan, gava bo heyfa xwe diçe cem van kesan ango nêçirên xwe, ji wan re pêşî qala bûyerê dike, 1991’ê Sarincê bi bîr tîne. Piştî ku ew kesên berpirsyar bi awayekî flashback diçin salên notî û bûyerê bi bîr tînin, lavayî Bêjanê dikin da ku Bêjan wan nekuje lê belê Bêjan, pêşî xwînê ji wan diherikîne, bi xwîna wan “SARINC-1991” dide nivîsandin û sedema kuştina wan bi wan dide zanîn, dû re piştî wan dikuje bi xwîna wan navê xwe li bin nivîsa “SARINC-1991”ê dinivîse û sonda tolhildana xwe dubare dike û ji wir diçe. Hema bêje tevahiya romanê bi vî şiklî didome.

BÊJAN ZÊDE BÊQISÛR E!

Roman bi van cinayetên ku li dû hev rêz dibin dişibe romanên polîsîye/dedektîfî. Lê ji aliyê konvansiyonên romanên polîsiye/dedektîfî ve kêm dimîne, loma nabe ku di nav kategoriya romanên dedektîfî de cî bigire. “T. Todorov di nivîseke xwe ya balkêş de romanên dedektîfî di sê cureyan de disenifîne. Ya yekem cureya bi navê whodunit (kê kir) e û qala dahurandin/vepirsîna cinayetekê dike. Ji lew jî di vê cureyê du du çîrok cî digirin; çîroka cînayetê û çîroka dahurandin/vepirsînê.”(3) Di Bêjanê de çîrok û sedema ew qas cinayetan heye helbet lê ji baş, ji xirab kesek ku lêpirsînê kiribe û dabe dû van cinayetan tune ye. Her tişt zêde bi rêk û pêk e. Lehenga romanê Bêjan, dor tê kê, rasta rast diçe wan dikuje. Her tişt li gorî plansaziya wê bi rê ve diçe. Bêjan, çendîn seroka tîma polîsan be jî, di wî warî de perwerde dîtibe û profesyonel be jî, ev pêrgnehatina tu astengiyek, ev bi rêk û pêkbûna ji hedê xwe zêdetir, bûyerê ji realîteyê dûr dixîne. Li hêla din jî rê li ber “gerîlîm”ê* digire û nahêle xwendevan bi kelecanî bibe. Ya ecêb, Bêjan bi giştî pênc kesan dikuje lê bi tu awayî pêrgî tu astengiyek nayê û wekî polîsek, wekî jinek, wekî kujerek û wekî lehengek, bê qisûr e. Ev yek jî rê li ber digire ku xwendevan baweriya xwe bi leheng û rastîya çîrokê bîne. 

JI ALIYÊ PROSEDURA KITÊBAN VE JÎ ALOZÎ HEYE

“Ji ber ku çîroksazî, rastiyeke çêkirî jî be, ji hin qanûnan azad nîn e. Di nav metnê de mecbûr e li gor îhtîmal û bivênevêyan tevbigere. Ku em ji vê yekê re dibêjin hevgirî ango însîcam (tutarlilik).”(4) Îcar  Bêjan jî li dewletek mîna Tirkiyeyê ku bîrê bi derziyê dikole, ew qas kesan dikuje ku ne kesên ji rêzê ne jî, lê dîsa jî pêrgî tu astengiyê nayê. Û bi ser de jî di dawiya romanê de hevala Bêjanê romanek nivîsandiye û diyariyê Bêjanê dike ku ji jiyana Bêjanê pêk tê û navê romanê jî Bêjan e. Ev yek ji aliyê mantiqî û ji aliyê derketina prosedura kitêban jî aloziyek e. Li welatekî (Zorava) ew qas cinayet çêbin, hinek ji birêvebirên dewletê bên kuştin, li wir bi xwîna wan sedema kuştina wan û navê kujera wan “Bêjan” bê nivîsandin û bi wê navê kitêbek derkeve û ji jiyana Bêjanê pêk bê, dewleta ku bîrê bi derziyê dikole haya wê ji vê yekê çê nebe!

Bûyer, geşedana bûyerê û encam hevnagire. Nivîskar lehenga xwe kiriye qurbana tolhildanê. Li tolhildanê ew qas sor (zîq) bûye, dev ji îhtîmal û bivênevêyan berdaye. Tenê rastiyek heye, ew jî tolhildana Bêjanê ye ku li dû hemû cinayetên xwe yên bê qisûr dibêje:  “Ez şepal im, ez efû nakim. Li benda min bin, bêşerefno, ez ê we yeko yeko bikujim. (Bêjan r.21) 

LI DERVE EW QAS BÊQISÛR DIJÎ, DI HUNDIRÊ XWE DE ÇI DIJÎ?

Ji bilî vê yekê, ji bo leheng piçek bi post û estî bibûya û baweriyê bi xwe bianîya, diviya rastê astengiyan bihata, carinan têk biçûya, bi hestên mirovane şaşî bikira, bitirsiya, bigiriya, li hev bigeriya û dîsa bidaya du heyfa xwe. Xwîner piçek bibûya şahîd û xwedî agahî ku leheng di dinyaya xwe ya hundirîn de çi dijî. Ji derve ve ew qas bê qisûr dixuye, di dilê xwe de çi dijî?.. Lê belê Bêjan û plansaziya wê ya bê qisûr ew qas bi rêk û pêk e ne têk diçe, ne didulî dibe, ne şaşiyan dike. “Gava ku lehengek bi rewşên xwe yên civakî û takekesî û derûnî ve tê avakirin, bi xwendevanan û bi nivîskaran ve jî wekî rastiyê diyar dibin. Ji xwe, wêje tim li wê digere ku xwendevan baweriya xwe bi wê bînin û bibêjin qey rastî ye.”(5) Di Bêjanê de jî mijar û qewimîna Bûyera Sarincê, rastiya civakê bi xwe ye lê belê ji ber wekî kesayet, wekî jin û wekî mirov ji gelek hestan hatiye şûştin û bêqisûrbûn lê hatiye barkirin ji rastiya xwe jî û ji ya civakê jî zêde dûr ketiye. 

MIROV BAVÊ XWE BIKUJE MIROV WÊ ÇI HÎS BIKE?

Hemû cinayetên din li hêlekî, gava Bêjan “Çavnûtik” yanî bavê xwe jî dikuje bi tu awayî tu tiştekî hîs nake. Di gel ku di jiyana xwe de cara ewil e bavê xwe dibîne, ne baş ne xirab li ser hest û psîkolojiya wê em rastî tu hevokek nayên.

Heta jixwe di serî de bandê li devê bavê xwe dixe û qet nahêle tiştekî bibêje. Piştî ku Çavnûtik jî ji devê Bêjanê hîn dibe ku bavê wê ye, em li ser hestên wî jî nagihîn tu agahiyê. Nivîskar me ji vê yekê jî bêpar dihêle. Kêliya ku Bêjan, Çavnûtik yanî bavê xwe dikuje jî bi tu awayî nakeve nav diduliyê û bi ser de jî piştî hemû cinayetan û herî dawî jî kuştina bavê xwe, ji hevala xwe ya sêwîxaneyê re dibêje “Xerîbcan, ez ji wan xilas bûm. Niha dixwazim îşev têr razêm û heta ranebim, qet min hişyar neke. Em ê paşê sohbeta xwe bidomînin.”(Bêjan, r.80)

Bêjanê çendîn dabe pey heyfa diya xwe û di vî warî de bi ser ketibe jî, bi ya min wekî lehenga romanê têk çûye. Çimkî, “... Xurtbûna lehengan, bi civakîbûn û takekesbûna wan ve têkildar e û hebûna wan encax dikare bi wî awayî ve were teqezkirin.”(6) Di Bêjanê de jî ji ber ku nivîskar li heyfhilanînê ziq bûye, Bêjanê wekî mirovek, wekî jinek û wekî lehenga romanê hem ji giyanê wê, hem jî ji giyanê civakê şûştiye. Wekî robotek çeka wê di dest de tevgeriya ye.

NIVÎSKAR LI DÛ HEYFEKE DIN E

Hêla edebî, têkçûn an jî serkeftîbûn û heyfa Bêjanê ya malbata xwe li hêlekî, li hêla din ji aliyê hûnandina çîrokê ve, ji aliyê mijarê ve  diyar e nivîskar li dû heyfeke din e jî. Heyfeke civakî, edebî û helbet neteweyî... Di gelek roman an jî fîlmên tirkan de temsîla kurdan neyînî ye, biçûk in, nezan in, paşdemayî ne. Û bi gelemperî jinên kurd li dû mêrên tirk dixin. “Dilketina keçên kurd a efserên tirk yan jî dema ku keçên kurd bi peywirên mûcîzeyî wan efserên tirk di şer de ji mirinê rizgar dikin hûrguliyeke honakî ye ku em her car di romanên tirk de lê rast tên. Di vê romana macerayê de kurd wekî ‘Kurdên Kevneperest/Paşverû têne nasandin.”(7) Ev jî wekî hûrgilîyek vê romanê ye ku wekî nivîskar xwestibe hêzê bike destê jina kurd (Bêjan, îcar bi awayê biyolojîk kurd e an tirk e nizanim?) û temsîlek wiha xurt biafirîne ku bide dû giregirên tirk û wan bikuje û ew giregir jî jê re lavayiyan bikin da ku Bêjan, jina kurd, wan nekuje.


(1) Receb Dildar, Bêjan, 2022, Dara

(2) Îbrahîm Seydo Aydogan, Guman 2, 2014, Rûpel 

(3) Berna Moran, Turk Romanina Eleştîrel Bîr Bakiş 2, 2017, Îletîşîm Yayinlari 

(4) Remezan Alan, destpêkek ji bo Zanista Edebiyata Modern, 2015, Peywend

(5) Îbrahîm Seydo Aydogan, Guman 2, 2014, Rûpel

(6) Îbrahîm Seyda Aydogan, Guman 2, 2014, Rûpel

(7) Rohat Alakom, Turk Edebiyatinda Kurtler, 2010, Avesta 

Not: Ev beşa yekem a nivîsê ye. Beşa diduyan dê bê.

berfinhuseyni@gmail.com 

Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskar daçekên wekî "da", "ra" bikar anîbûn. Em wekî malper li gor wan tevnagerin, loma me li gor xwe saz kirin.

 

***

 

Di Diyarnameyê de nivîsên eleqedar: 

- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye

- Bi çavek din çend gotin li ser Bêjanê

 

 

 

Hesabên Diyarnameyê

- twitter.com/diyarname1
- facebook.com/diyarname
- instagram.com/diyarname1
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com    

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Parkên Kobanê têne nûkirin

ad

Berpirsê leşkerî yê ETA'yê hat girtin

ad

Amedspor di kûpayê de bi ser ket

ad

Çapa duyem a romana “Feqiyê Teyran” derket

ad

Gotinên Şivan Perwer ên 6 meh berê

ad

Dora 16'an bi maça Kopenhang û Manchester City dest pê dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname