Diyarname
Heta niha 32 şaredarên BDP'yî hatine girtin. Piştî girtina şaredarê Wanê yê BDP'yî Bekir Kaya, Hevserokên BDP'ê, digel hemû mebûsên wan û mebûsên Blokê li Wanê mîtîngek li dar dixe.
Mîtînga BDP'ê roja înê (15'ê mehê) saet 16.00'an de dê li dar bikeve.
Piştî ku Serokwezîrê Tirkiyeyê û Serokê AK Partî Recep Tayyip Erdogan got, "Ez Wanê dixwazim" (û hin bajarên din jî bi nav kiribû) Şaredarê Wanê Kaya hat binçavkirin û girtin.
Tê îdîakirin ku her BDP'yî, şaredarek BDP'yî ku baş dixebite tê girtin.
Bi vê mîtîngê BDP'ê dê bersiva girtinan bide.