QAMIŞLO
Yekîtî, tevger û desteyên çandê li herêma Cizîrê ji bo salvegera 39′an a koça dawî ya helbestvan Cegerxwîn merasîmek li dar xist.
Li gor nûçeya ANHA'yê merasîm li ser gora helbestvan a li mala wî ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê hate lidarxistin. Bi dehan endamên Yekîtiya Rewşenbîran a Kurd a Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûryeyê, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (TEV-ÇAND), Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, Komeleya Rojavayê Kurdistanê ya Wêje û Çanda Kurd, partiyên siyasî, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî merasîmê bûn.
'BI HELBESTÊN XWE MORAL DA GELÊ XWE'
Di merasîmê de li ser navê Yekîtiya Çandê ya Herêma Cizîrê Xalis Mesor bixêrhatina beşdran kir, helbestvan Cegerxwîn bi bîr anî û wiha got: "Cegerxwîn stêrka me tevan ronî dike. Ew di dilên me de zindî ye, jiyana xwe tevahî xiste oxirê gelê xwe yê kurd. Bi helbestên xwe moral da gelê xwe. Gelek pirtûk û helbest li ser dîroka kurdan nivîsî ku gelê xwe û tevahî gelên din dîroka kurdan binasin."
Dûre peyama malbata helbestvan Cigerxwîn ji hêla Gerînendetiya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnameanên Kurd li Sûriyeyê ya li Qamişloyê Behrîn Osê ve hate xwendin. Di peyamê de spasiya tevahî beşdarên merasîma bîranînê hate kirin û hate gotin kombûna we hemûyan a îro li dora gora helbestvan Cegerxwîn û di vê qonaxa cîhan tevahî û gelê kurd di gefan re derbas dibin cihê serbilindiyê ye.
'YEKÎTIYA KURDAN ARMANCA CEGERXWÎR A SEREKE BÛ'
Di peyamê de hate destnîşankirin ku yekîtiya kurdan armanca helbestvan Cegerxwîn a sereke bû, ji lew re erka îro li ser milê hemûyan xebata di aliyê çand û wêjeyê de ye.
'DIVÊ HEMÛ HELBEST WAN BIKEVIN NAV METERYALAN'
Endamê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Ebdulmecîd Xelef axivî û got divê tevahî berhemên helbestvanên kurd ên koça dawîn kirine bi taybet helbestvan Cegerxwîn werin lêkolînkirin, da ku derbasî meteryalên dibistan û zanîngehan bin û gel nas bikin û tevahî nifş xebatên wan ên çandê yên binirx bizanin.
Dûre helbestvan Kolal Kasanî û Beşîra Derwêş hin malik ji helbestên Cegerxwîn xwendin.
Di dawiyê de Yekîtiyên Çandê kulîlk danîn ser gora Cegerxwîn.
**
NÛçeya Eleqedar: