Nivîsa Ebdulla Peşêw a ku Diyarnameyê li ser çend xelekan di gel têbinîyên Jan Dost (di quncika ŞEVNEM’ê de)* weşand, heftiya borî bi dawî hatibû. Di vê heftiyê de emê beşa ji gotara Peşêw bi wergera Kakşar Oramar û bi sererastkirina Jan Dost biweşînin. Fermo.
***
Pêwistirîn kîjan e, Nijada afrênerekî yan berhema wî?
Ebdulla Peşêw
Yek ji alozîyên dijwar di xebata netewa me li bakur de, cudakirin û ji hev veqetandina zimanê Kurdî û xebata Kurdayetiyê ye. Ziman, edebiyat û dîroka Kurdî di programa partiyan de rolekî xuyakirî nîne. Zimanê Kurdî nebûye amrazê Kurdayetî û pareke kesayetiya welatparêzan. Helwêsta medyaya bakur di derbarê rola zimên de huner û edebiyatê da, vê cudakirinê bi eşkerahî nîşan dide. Pir caran dengxweşên mîna Ehmed Kaya weke dengbêjên Kurd û xwedî berhemên mezin yên mîna Yaşar Kemal jî bi hunermend û nivîskarên Kurd tên hesibandin. Ev jî, ne tenê ji rûyê siyasî ve, belkî ji rûyê zanistî ve jî çi girêdana wê bi rastiyê ve tuneye û tenê nîşana xwekêmzanînê ye. Ger Kurdekî Kurdîzan bi zimanê dagirkeran bistire, bixwaze û nexwaze, di Tirkîkirina Kurdan de beşdariyê dike. Ew stranbêj çiqa serkeftî be, ew qas jî bi tehluketir e. Çimkî ew zimanê dasepandî li ber guh şirîn dike û canê berxwedan û bergiriyê di nava hunerê de dikuje. Çimkî folklor û kelepûra neteweyî ji Kurdan didize û ji neteweke din re dike milk û saman. Çimkî zimanê dagirkeran dike mîna pariyekî, û bi awaza resena Kurdî çewir û nerim dike, daku Kurd bikaribin wî parîyî daqurtînin. Astengî ji aliyê Kurdan ve kêmtir in li dijî tiştê ku ji rêya Kurdekî ve jêre bên.
Ziman, ne tenê bi taybetî ji Kurdan re, kerestê huner e, belkî armanc û nasnameye jî. Tiştekî zimanê me jî ji zimanên din yên ser rûyê erdê ne kêmtir e. Di nava şeş hizar zimanan de, Kurdî yek ji çil zimanên herî mezin û belavên dinê ye. Ji bona wê jî herkesek pişta xwe bidê û bi Tirkî bistirê, dengbêjekî Tirk e. Herkesê ku bi zimanê Tirkî, bi armanca afirandinê, pênûsê bi ser kaxezê de bîne, nivîskarekî Tirk e. Di vir da ez van kesan, bi ti bandoreke negatîv, an jî bi bêrewştiyekê (bêexlaqiyekê) tawanbar nakim. Ez di wê baweriyê da me ku mirov azad e. Hilbijartina instrumentê stran û nivîsînê jî (ku ziman e) parek ji wê azadiyê ye. Lê bi ti awayîdurist nîne, kesên wiha bi nivîskar û hunermendên Kurd, bêne hesibandin.
Carekê Muemer Qezafî yê serokê Lîbya, ku ez mîna Kurdekî nikarin rêzê jêre negirim, di gotarekê de behsa mezinahiya Ereban dikir. Yek ji belgeyên wî ew bû ku William Shakespeare nivîskarekî Ereb e. Çimkî, li gor gotina Qezafî, navê wî yê rastîn “Şêx Zûbeyir” e! Carna em ên Kurd jî dixwazin ku hemû William Shakespeareên xelkê bikin Şêx Zûbeyirên xwe!
Ewa ku ez behs dikim babetekî girîng yê edebî ye û demeke dirêj ku li cem xelkên din bi dawî bûye: bi zehmet erebek peyda bibe ku bibêje “Albert Camus” nivîskarekî ereb e, her çendî ji dayik û babekî ereb hatiye dinê. Çimkî firansî zimanê wî yê nivîsandinê bûye û xizmeta ziman û kultura fransî kiriye.
Rainer Relke bi eslê xwe çekî ye. Zimanê çekî jî zimanê wî yê zikmakî ye, lê kesî nebihîstiye ku dibêjin Relke helbestvanekî çekî ye, çimkî zimanê ku wî pê nivîsandiye, almanî ye. Yek ji helbestvanên herî mezin yên rûs Mandelstam bi eslê xwe cihû ye. Lê di ansiklopêdiyekê tenê de jî nehatiye gotin ku Mandelstam şairekî cihûye.
Erê, bi rastî! ji xwe mezintirîn şairê rûs Aleksander Puşkîn, bi eslê xwe hebeşîye! Tu bêjî gelo hebeşî jî sibe dawa Puşkînê xwe ji rûsan nekin?! An jî qet nebe li cihê Puşkîn daxwaza hinek firokên Sukhoi ji Rûsiya nekin!? Ji bo destnîşankirina nasnameya nivîskarekî, dengbêj û şanokarekî û hwd, berhem girîng nîn e. Yanî girîng nîn e ka hunermedek di der barê çi de dinivîse an jî distire, lê ya girîng amraz e; bi çi zimanî dinivîse, distirê an jî diaxive. Her wiha jêder û bineretê biyolojî yê nivîser û hunermend qurîşekî şewitî naîne: Îbrahîm Ehmed “Janî Gel” debara xebata gelê Cezayirê de nivîsandiye, lê bi nivîskarê kurd tê hilbijartin. Berevajî wê jî nabe kes James Aldridge bi nivîskarekî kurd bihesibîne, gerçî li ser pirsgirêka kurd nivîsandiye û pehlewanên romana wî “Çek û Çiya” tev kurd in. Çimkî amrazê wî yê nivîsandinê ne kurdî ye.
Madem ku ez behsa hunermendekê dikim ku afirandkarê wê bi eslê xwe kurd e lê zimanekî din kiriye bi amraz û xizmeta kultureke din dike, dixwazim li ser xaleke girîng bisekinim:Dema ku em bi yek çavî li hunermendekî kurd û hunermendekî tirk, an ereb, farsî yê bi eslê xwe kurd dikin, ji rûyê psîkolojîk ve çiqas xwe bi kêm bizanîbin ew qas jî zêdetir emê xwe kêmtir bihesibînîn û wisa li nifşên paşerojê dikin ku rêya hêsan bigrin ber xwe û xwe toşî şereşeq û nexweşiyan nekin û dest ji zimanê biçûk û perçe-perçe yê kurdî berdin û navê Xwedê û pêxemberan lê bînin, ew jî mîna nemir Mihemed Qazî şahkarên edeba cîhanê bo ser zimanê farsî wergerînin. An jî mîna bi dehan kesên wekî Selîm Berekat û Bilind El Heyderîroman û helbestên bedew bi zimanê erebî binivîsin, an jî mîna Ehmed Kaya û Îbrahîm Tatlîses bi tirkî bistirin.
Nivîserekî kurd yê hêja, di gotarekê de, tenê û tenê du seran di jiyana ruhî ya kurdan de dibîne: Melayê Cizîrî û Selîm Berekat[1].
Ez bi tu awayî naxwazim ji qîmeta Berekat kêm bikim, lê ger bixwazim di nav hemû kurdan de du qutuban hilbijêrim, dibe ku yê yekemîn Melayê Cizîrî “Şevçiraxê Kurdistan” be, ku deryayek wisa kûr bûye, sed rûbarên mîna Nîl û Firat di nava dilê wî de têper bûne û ew pênehesiyaye!:
Sed Nîl û Firat tên û derin qelbê me
Pê nahesîn, qulzem û deryayim ez[2].
Belê melayek ku mihraba wî pêre be û amadebûna xwe dabe nîşan dan, mîna arifekî rasteqîne, mîna durnasekî bênimûne, rû bike Laleşê, rûgeha muqeddesa êzîdiyan, zatekî wiha nikare ku payebilind an jî qutub nebe:
Dil geşte min ji dêrê, naçim kenîşteyê qet
Mihrabê wî bi min ra, wer da biçîne Laleş[3].
Lê ji bo qutubê duyemîn em çi bikin? Çi ji her du pîrên terîqeta Kurdayetîyê Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî bikin, ku bi hemû hisabekê ji şair jî mezintir in? Li kû cihê Pîremêrdê mîna deryayê vekin?
Birayê me yê nivîskar wisa dizane ku Mihyeddîn Bin Erebî û Adonês di edeba erebî de, William Shakespeare di ya îngilîzan da, Cervantes di ya îspanan da, Dostoyewskî û Puşkîn di ya rûsan da… çi rolekê wan hebûye, ji bo kultura kurd jî Selîm Berekat xwediyê hemen rolê bûye û “hêjatirîn û ronaktirîn medaliya”ye li ser singê çanda kurdî[4].
Eva jor bi eşkerahî û bêveşartin zimanê kurdî û kurdayetiyê ji hev diqetîne. Di edeb û çandê de tu ciyekî ji bo ziman xuya nade. Mîna wê hindê mîna ku bibêjî ziman hestîbend (heykel)a edebê nebe!
Mehmud Derwêş û Adonîs, ku Selîm Berekat bi rewanbêjtrîn dîkê taxê û kilîldarê zimanê erebî danîne[5], xwedî maf in ku şanaziyê bi wî bikin. Ew ji girîngiya ziman fêm dikin û dizanin Selîm Berekat ji bo jiyana wan ya manewî xebateke kêm nekiriye. Lê rewanbêjî û erebîzanîna Berekat çi bi kurdekî belengaz da ye?! Tu bêjî ji bo ziman û toreya kurdî Berekat ji Xanî, Nalî, Hacî, Pîremêrd, Goran, Erebê Şemo mezintir be? Tu texmîn dikî nivîsên vî rêzdarî, di gundên Kurdistanê de, ji helbestên Cîgerxwîn û Qanih jî zêdetir dest bi dest geriyabin û bandor li ser jiyana manewîya xelkê hiştibin?
Ez careke din dubare dikim, ku bi qasî mûyekî jî naxwazim ji nirx û bihayê nivîserê jêhatî Selîm Berekat kêm bikim. Min tişek jî nedigot ger cihekî taybetî di edeb û toreya erebî an jî cîhanî da, jêre bihata dayîn. An jî li ser rolê eşkera yê nivîskar di nasandina doza kurd bi birayên ereb re, behs bihata kirin û bi qasî vê hindê jî şanazî pêve bikira. Ez behsa paye û bilindahiya nivîskar nakim, belkî dixwazim îsrar û teqezê li ser rolê ziman di jiyana manewî ya mirovan de bikim.
Zimanê şoreşê yan şoreşa zimên?:
Berpirsyarên tirk pirî caran şikir dişikînin, goya tu cûdahiyek di navbera kurd û tirkan de tune. Tu bêjê, ew hema vê ji xwe dibêjin, an jî xwegirêdana kurdan bi ziman û kultura tirkan ve vê cesaretê dide wan? Di bajarên bakurê Kurdistanê de zimanê tirkî tozê dike. Ger tenê bi hejarî û perpotiyê nebe, ji xeynê wê kurdek tirkek bi çi awayî ji hev tên cudakirin? Di wan hemû civînên ku di bajarê Kurdistanê da tên sazkirin, çima gelo qey kesek bi kurdî zimanê xwe vedike?
Diruşmek bi zimanê kurdî tê nivîsandin? Serok an jî şaredarek bi zimanê xwe yê zikmakî diaxive? Carekê niwênerên kurd daxwazname birin cem desthilatdarê tirk û rêxistinên navnetewî û ji wan re bêjin, em dixwazin îsal zarokên me bi zimanê kurdî bixwînin? Carekê ji bo vê armancê bi rêpîvan, mêtîng, gireva birçîbûnê an jî xwebirçîkirinekê dinya hejandine?Ger tiştek hebe û li ber çavan be, qet înkara wê nayê kirin. Ez nabêjim bîst mîlyon kurdên bakur, belku, ger tenê mîlyonek jî bi eşkerahî û raste-rast bi zimanê xwe biaxaftana, tirkan nedikarî bêje kurd tunene. Ew înkara hebûna me dikin, çimkî di pratîkê de ji vê înkarê mifayê distînin. Bi awayê rojane jî berhem ji xebat û hewlên xwe diçinin, dema ku dibînin kurd bi zarokên xwe yên di nava dergûşê de jî bi tirkî diaxivin! Tirk înkara hebûna me dikin, çimkî em bixwe jî li ser hebûna xwe bi îsrar nîn in. Ev bi îsrarnebûn û destpankirin di nava medyaya kurdan de eşkera ne.
Li plakatên meşên berdewam û zêde yên birayên me di Medya TV de binêrin. Di vê Ewropa azad de peyveke kurdî têde tune ye. Çima divê li Almanya plakat bi zimanê tirkî bên nivîsandin? Tu bêjî kurd baweriya xwe bi wê hindê anîbe, ku ne tenê kurd, belkî alman jî tevde bi tirkî dizanin? Almanek, hollendiyek ger ji “yaşasin” û “bariş” fêm bikin, ezê girewê bi were dikim, ku di demeke kin de ne tenê ew, belkî “qardaş”ên me yên tirk jî hînî peyva “bijî” û “aştî” dibin!
Hinek tişt hene, bi nêrînek asayî û sade pir kêmqîmet û pûç in, lê, ger heyamekê li ser yek ji wana bifikrî û tevan bînî ber çavên xwe û piştre bi hûrî li wan binêrî pêde biçî xwarê, dibînî ku ev tiştên biçûk şopeke kûr li ser dil û hundirê xelkê dihêlin. Bi taybetî jî ku di nava medyaya kurdan de dubare û dehbare tên kirin:
Pêrar Medya TV bi dehan car firokeyeke neyaran nîşan dida ku dikeve xwarê. Ev ji bo her kurdekî bi namûs xeberke xweş bû. Lê ji nişkave, Gerîllayekî serê çiyê hawar dike: “Duştu!”. Ez di wê baweriyê de me ku, bi qasî mûyekê ziyan bi xebata hevpar a proleteriya kurd û tirkan nedigehişt, ger wî Gerîllayî li cihê “duştu” bigota: “Ket”! Ev tiştekî biçûk e, lê wateyeke pir mezin têde heye. Ew vê rastiyê digehîne, ku tirkî zimanê Gerîlla û çiya û şoreşê ye jî! An jî çend caran heman TV yê keçeke alman nîşan dida ku piştre, hezar heyf û mixabin, di şer de ji aliyê tirkan bi dîlî hat girtin. Di rûniştinekê de, ji wê keçê tê daxwaz kirin ku stranekê bêje, ew jî nemerdiyê nake, bi tirkî destpêdike distirê. Elbete tu gunehê vê keça fedakar tune. Wê bi wê armancê welat û cihê xwe terikandiye û berê xwe daye wan çiya û geliyan, heya ku bergiriyê li ax û çand û ziman û belengaztirîn neteweya rû erdê bike. Di vê navê de ew kes gunehkar in yên, ku di wan çiya û newalan de li cihê zimanê Melayê Cizîrî û Hezretê Ehmedê Xanî, ew hînî tirkî kirine. Çima ne? Zimanê fermî yê hemû kom û civîn û kongreyê partîyên bakur, her wiha zimanê rojane yê qirargeh û bargehên wan, tenê tirkî ye. Take rojnameya kurdan li Ewropa “Ozgur Polîtîka” jî bi wî zimanî ye. Di televîzyonê de saziya herî zêde ku gel li dora xwe civandiye, li zimanê tirkî mîna zimanê fêrmî tê nêrîn. Piraniya babetên germ û siyasî jî bi zimanê tirkî ne.
Piraniya êvareyan di kunca destê rastê yê ekranê Tvyê de wiha tê nivîsandin “Canli” û êdî wê êvareyê kes bi kurdî naaxive û deng ji kesî dernakeve. Wisa lê hatiye ku zimanê kurdî tenê bi tenbûrê re ji bo lêlê û lolo bi kar tê û bes! Asayîkirina zimanê dagirker û şîrînkirina wî li ber guhê mirovê kurd bi eşkerahî tê peyakirin.
Kurd bi rengekê ji hed der be bi serokên xwe ve girêdayî ne. Her zimanê ku serok jî pê biaxivin, cure serketenikê distîne û li ber guhê wî şîrîn dibe. Ma mixabin nîn e ku Serokê HADEP hêja Tûran Demîr, di rojeke mîna Newrozê de, ji bo bi deh hezaran kurd û li ber çavê niwênerên parlemana Ewropayî bi zimanê tirkî biaxive? Êdî çawa Ecevît nebêje kurd û tirk mîna goşt û hestî hev girtine?
Karê herî bi tirs û tehluke ku Medya TV’yê destpêkiriye, di bernameyekê de têkelkirina kurdî û tirkiyê ye. Yanî gelek caran bernameyek bi kurdî ye û ji nişkave tirkî dikeve nava bernama kurdî. Bi taybetî jî bernama “Sêla Sor”, “Nêrîn” û “Ronahî”.
Ev karê wiha li hemû dinê, di tu Tvyekê da çênabe. Eger tiştekî wiha jî çêbibe yekser werger mudaxeleyê dike û gotinê werdigerîne. Çimkî herkes zimanê xwe serbixwe bihesîbîne, divê her tim vê statusê biparêze. Tu bêlarûsek tuneye ku zimanê rûsî ji zimanê xwe baştir nezane, lê ne mimkûn e ku kesek di bernameyeke bêlarûsî de bi zimanê rûsî bipeyive. Xwedê neke ger kesekî tiştekî wiha kir, yekser nahêlin biaxive an jî gotinên wî werdigerînin. Bi vê re gelê bêlarûs statusa zimanê xwe mîna zimanekî fêrmî û serbixwe, diparêze. Divê vê jî bizanîn ku ev du ziman pir ji hev nêzîk in û rûs û bêlarûs bi hêsanî ji hev fêm dikin. Ji kurdan re tehlûke hêj mezintir e, çimkî tirk haşatiyê li hebûna kurdan dikin. Beriya hemû tiştekî ji ber wê hindê ye ku wisa dizane her kurdek tirkî dizane û pêwîstî bi zimanekî din tune ye!.Kesê ku kurdî nizane, çima tê bernameyeke kurdî an jî peywendiyê pêre dike?
Tenê ji bo bêhurmetkirina zimanê kurdî? Ku dixwaze bi zimanê tirkî jî biaxive çima divê bernamevan bê erê û na bibêje: “Buyrun efendim!”. Dema ku ev jî got çima Tirkiyê bo ser zimanê kurdî wernagerîne?! Çima vê rastiyê ji bîra dike ku kurdî û tirkî du zimanên ji hev cudane? Çima vê rastiyê ji bîra xwe dibe ku kurdên sê perçên Kurdistanê (Başûr, Rojhilat û Başûrê Rojava) hê jî ji medeniyetê dûr in û tirkî nizanin?
Bargeha Medya TV di dilê Ewropayê de ye. Ji hemû gund û bajarên Kurdistanê jî kurd hatinê û têde kar dikin. Tu bajar û bajarok tunene, niwênerên hemû diyalêktan têde nebin. Ji bo wê jî, Medya TV dikare bibe destgeheke bi bandor û kargêr ji bo belavkirin û pêşxistin û standardkirina zimanê kurdî. Dikare diyalêktên zimanê kurdî bike jêderekî bêdawiyê zimanê standard û bi têkelkirina diyalêktan hezaran peyv ji buxça deverekê derxîne û wan bêxe nava xezîneya zimanê neteweyî. Dikare hemû bernameyên xwe bi her du diyalêktên serekî yên xelkê Kurdistanê, bi hev re biweşîne, neku me bike çend milletokên cuda-cuda (soran, kirmanc, dimilî û…hwd).
Ev pirsgirêk ger zû neyê çareserkirin, ewê karekî gelek negatîv deyne ser doza me ya netewî û ji rûyê psîkolojîk ve kurdan amade bike bo ji hev veqetînê. Di dengûbas û bernameyên din de, nabe ku diyalêktên zimanê kurdî ji hev bêne cudakirin û kesayetiyek serbixwe ji yekî re bê dayîn. Bo nimûne, kufre û kufreke mutleq e ku dengûbas carekê bi soranî bin û carekê jî bi kurmancî. Hêvîdar im Medya TV jî di bernameyên xwe de, mîna “Kurdistan TV” û “Dengê Emerîka” her du diyalêktên serekî yên zimanê kurdî bi hostatî û şiyarî têkel bike. Pirsgirêka birêvebirina bernameyan bi her du diyalêktên sereke (kirmancî û soranî) têkelkirina wan pir germ û aktuel e. Girêdan û peywendkirina wişeyî ya yek ji wan diyalêktan bêyî ya din û ji hev nêzîk kirina bi ya din re, çiqas ku zû destpêbike hê jî dereng e.
Mixabin, di sazî û destgehên fermî yên Ewropayê de, diyalêktên zimanê kurdî di piratîkê de mîna zimanê serbixwe dan û standin pêre tê kirin. Di afirandina vê karesata netewî de, kurdan bi xwe rolekeya bilind lîstine. Ger medya kurdan di vê der barê de şiyar nebe, waye, mîna ku min berê jî got, di dahatuyek nêzîk da, emê ji netewekê bibîn bi çend miletên biçûk. Bêguman ewa ku li jor hat gotin, stran û folklor û hunera netewî nagire nava xwe.
Ez ew qas li ser pirsgirêka ziman peyivîm, çimkî ziman bi kilîta kultur û rengdana kesayetiya mirov dizanim. Çimkî dizanim, kurdan ji zimanê xwe pê ve, tu nîşaneke din yê neteweyî û wisa nemaye ku wan ji dagirkerên welatê wan cuda bike.
Nabe ku em li ser vê hindê bîrê nekin, çima ewa ku di çaxê 2500 salan bi cihûya re nehat kirin, di 75 salan de li bakurê Kurdistanê bi me re hat kirin? Cihû bi hezaran sal, mîna arê binya dirik (dirî) bi serê wan de hatibû, di nava dinê de belav bibûn, lê ziman û çanda xwe parastin. Lê em li ser axa bav û kalên xwe û tenê di 75 salan de zimanê xwe ji bîra dikin. Ger ji bîra jî nekin, namûsa zimanê xwe dibin.
Ez hêvîdar im jî ku kes wiha fêm neke ku ez, di destpêka sedsala bîstan de li dijî zimanê Tirkî an jî her zimanekî din yê biyanî me. Berevajî wê, ez evîndarê her zimanekê me yê ku li ser bisteke vê axê ye û dibe ku tenê çar kes pê diaxivin, lê bi mercekê ku ez jî azad bim di hilbijartinê de. Bi agir û hesin bi ser serê min de neyê sepandin, bi zorê zimanê xwe nekin bi cîgirê zimanê min yê zikmakî. Ez bi hêvî me ku, rojek yê bê, di Kurdistaneke azad û serbixwe da zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê dewletê, di kolêcên edebiyatê û zimanên biyanî da, hezar kur û keçên kurd hînî zimanê Beşikçî û Cewahirî û Se`dî û Hafiz bibin.
[1] Hîwa, hejmar 5, 20ê Gulana 2000 (kovara ku her 15 rojan carekê bi ÖzgürPolîtîka re derdikeve.).[1] Dîwana Melayê Cizîrî, Tehran, 1361ê Îranî, Rûpel: 241 û 269
[2] Jêderê berê.
[3] Hîwa, hejmar 5, 20ê Gulana 2000 (kovara ku her 15 rojan carekê bi ÖzgürPolîtîka re derdikeve).
[5] Jêderê berê.
***
*Beşên bi vê nivîsê re eleqedar ku di ŞEVNEM'ê de haitne weşandin: