Diyarname
Çîrok salek berê qewimiye. 7 çîrokên nivîskar di dema ku diavêtin ser sergoyê hatin dîtin. Îdîa ew bû ku ev çîrok aîdê nivîskarê arjantînî Julio Cartazar in. Û li ser lêkolîn hat kirin. Piştî salek vê lêkolînê diyar bû ku erê, çîrok aîdê Cortazar in
Nivîskar Julio Cortazar di sala 1914'ande li Ixelles a Belçîkayê hatiye dinê. Ew arjantînî ye. Li Arjantînê perwerdehiya xwe temam kiriye. Di sala 1938'an de yekem pirtûka wî ya helbestan bi navê "Prencencia" derketiye. Yekemîn pirtûka wî ya çîrokan bi navê "Bestiario" di sala 1951'ê de derketiye. Dûre wekî wergêr li UNESCO'yê li Parisê dest bi kar kiriye. Li Parîsê nivîsandina xwe domandiye û navdar bûye.
Di sala 1979'an de ligel wênesazê hollandî Pat Andrea bi navê "La Punalada/ El tango de la vuelta" li dijî Cuntaya Arjantînê pirtûkek nivîsandiye.
Cortazar ku li Parîsê jiyana xwe domandiye di sala 1984'an de li vî bajarî miriye.
Ev 7 çîrokên wî ku niha hatine dîtin û ji nû ve ketine rojevê, îdîa ew e ku 10 sal berî pirtûka xwe "Historias de cronopios y de famas" nivîsandine.
Li gor agahiyên hatine belavkirin Cortazar 46 çîrokên bi daktîloyê nivîsandine ji bo hevalekî xwe şandine. Di sala 1962'yan de 35 ji van çîrokan hatine weşandin, 4 jî di kovaran de û yên din nehatine weşandin.
Ev çîrokên berî bigihîjin sergoyê gihîştine ber destên antîkakarekî û wî jî ew şandine ber destê akademîsyenên li ser Cortazar xebitîne. Piştî lêkolîna salek derket holê ku Cortazar ev çîrok bi daktîloya bi modela "Olivetti Letera 32" ku jina wî Aurora Bernandez jêre kirîbû nivîsandine. Li ser tekstan notên destxetî jî hebûn. Loma jî ew ligel destxetên wî yên li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Arjantînê dane ber hev û hatiye dîtin ku hev digirin.


