Diyarname
Maçên Dora 1'emîn ên Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê hatin lîstin. Di vê dorê de hin tîmên bajarên kurdan hebûn. Yên bi ser ketin derbasî Dora 2'yan bûn.
Ji tîmên bajarên kurdan 26'ê mehê MuÅŸ Menderes Spor û Agri 1970 Spor li MûÅŸê hatin hemberî hev. Tîma MûÅŸê bi 4-0 bi ser ket. roja 27'ê mehê 12 Bîngol Spor û Elaziz Belediye li Çewligê hatin hemberî hev. Elazîz Bld bi 2-1 bi ser ket. Heman rojê li MêrDînê jî maça Mardin BuyukÅŸehir û Petrolsporê hebû. Mardinê bi 4-1 reqîbê xwe têk bir. Heman rojê li Sêrtê maça Siirt Îl Odel Îdaresî û Åžirnak Îdmanyurdu hebû. Åžirnak Îdmanyurdu bi 2-1 bi ser ket. Maça Dersîm Spor û Dogubeyazit Futbol SK ji bo demek din hat bi paÅŸ ve xistin.
Di kûpayê de îro du maç hene. Tîma bajarê Meletî Arguvan Belediye Spor û Elazig Spor saet 13'yan de tên hemberî hev. Adana 1954 û Osmaniye Spor jî saet 15.30 de dê bên hemberî hev û bi vî awayî Dora 1'emîn temam bibe. Hemû tîmên bi ser bikevin derbasî Dora 2'yan dibin.
Maçên kûpayê A Spor yekser û sê ÅŸîfre belav dike.
*
Encamên 29'ê mehê :
- Meletî Arguvan - Elazig: 2-1
- Adana 1954 - OSmaniye: 2-1
(Ev encam 29'ê mehê li nûçeyê hatiye zêdekirin.)
***
- Nûçeyên Eleqedar: