logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de
  2. Îro Roja Dil e: Emê çawa xwedî li dilê xwe derên?
  3. Şerha gotinên pêşiyan 'Lalezar' derket
  4. Ka pêşî kurdî bikin zimanê xwe yê fermî
  5. Festîvala Porteqala Zêrîn hat betalkirin
news-details

Encamnameya Konferansa Lozanê: Hebûn, ziman û statuya gelê kurd nas bikin

  • Dîrok: 18/09/2023
  • Beş: Nûçe

Amed

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û Partiya Çep a Kesk (Yeşîl Sol Partî) duh konferans li dar xistibûn, îro encamnameya wê belav kirin. Konferans bi navê “Di sedsala Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” hatibû lidar xistin û îro encamname  li Cemiyeta Rojnamegerên Bakurrojhilatê ya li Yenîşehîra Amedê hat belavkirin.

Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. 

Berdevkê KKP’ê Nûsrettîn Maçîn bi kurdî, Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç jî bi tirkî encamname xwend.

Va ne hin notên ji encamnameyê: 

- Peymana Lozanê qediyaye û karê lezgîn ew e ku Zagoneke Bingehîn a nû ku hebûna gelê kurd nas bike, bê çêkirin.

- Peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 1923’yan ji bo gelê kurd tê wateya tarîtiyê, qetlîam û zilmên bêdawî. Em Peymana Lozanê ya ku gelê me tê de nayê temsîlkirin û îradeya wî tê paşguhkirin nas nakin û kesên ku ev peyman îmze kirine û bi cih anîne bi tundî şermezar dikin. 

PIŞTÎ PEYMANÊ SOZÊN XWE JI BÎR KIRIN

- Kemalîstên ku di dema perçebûna Împaratoriya Osmanî de bi navê biratiya olî piştgirî ji murdan xwestin, diyar kirin ku dewleta ku were avakirin wê bibe dewleta hevpar a tirk û kurdan. Piştî îmzekirina Peymana Lozanê hemû gotinên xwe ji bîr kirin

- Kemalîstan mafên zimanî yên ku di xalên 38-39 ên Peymana Lozanê de hatine diyarkirin jî nedan kurdan.

- Hikumeta Enqereyê ku bi Peymana Lozanê hebûna wê bi fermî hatibû naskirin, piştî sê mehan di 29’ê Cotmeha 1923’yan da komar ragihand. Daxuyaniya Komarê red û înkara li hemberî gelê kurd rewa kir û fermî kir. 

- Di makezagona 1924’an da têgîneke hemwelatîbûnê ku hebûn, ziman û çanda gelê kurd înkar dike û her kesên li Tirkiyeyê dijîn wekî Tirk dihesibîne, hat bi cîkirin. 

- “Takrîr-î Sûkûn” a di sala 1925’an da derket û 'Plana Îslahatê ya Rojhilat" ku pişt re bi dizî hat amadekirin û bicihanîn, bûn bingeha rejîmên leşkerî, Mufetîşên Giştî û sîstema Rewşa Awarte ku wê sedsalekê li Kurdistanê bidome. Zimanê Kurdî bi fermî qedexe kir, ji xwe re kir armanc ku li Kurdistanê kurdan tune bike, ji bo ku bigihêje vê armancê qetlîamên girseyî pêk anî.

- Rejîma Kemalîst di sala 1921’ê de li Koçgirî, di sala 1925’an de li herêma şerê Şêx Seîd, di sala 1928-30’an de li Agirî, li Zîlan û di sala 1938’an de li Dêrsimê, bi her cure rê û rêbazan û bi komkujiyan serîhildan û berxwedana gelê kurd a ji bo azadiya neteweyî tepeser kir. 

SIYASETA LI HEMBERÎ KURDAN

- Îro jî êrişên li dijî destkeftiyên gelê me yên li Herêma Federal a Kurdistanê û Xweseriya Rojava berdewam dikin. Li bakurê Kurdistanê îradeya gelê me tê desteserkirin û ji bo rêveberiyên herêmî kayûm tên tayînkirin, partiyên Kurdistanî di bin gefa girtinê de ne, li dijî kadroyên siyasî operasyonên bênavber tên meşandin, polîtîkaya tecrîdê ya tund a ku her cure yasayan binpê dike, tê meşandin. 

- Gelê me tevî hemû êrîş û komkujiyan li çar parçeyan têkoşîna xwe ya azadiyê ya netewî domand, didomîne.

- Gelê me li başûrê Kurdistanê ji sala 2005’an ve bûye xwedî statuyeke federal. Li başûrê rojavayê Kurdistanê gelê kurd di rêya azadiyê de li ber firsendên girîng e. Parastin û pêşxistina destkeftiyên her du beşan û dûrketina ji pevçûnên navxweyî pir girîng e. 

- Divê neheqiya dîrokî ya sedsalî li ser gelê kurd bi dawî bibe. Wek her gelî mafê gelê Kurd jî heye ku li welatê xwe bi azadî û bi rûmet bijî. Ev maf bi hiqûqa gerdûnî ya navneteweyî re tevdigere û ji bo aştiyeke mayînde şertekî pêwîst e. 

XALÊN JI BO ZAGONEKE BINGEHÎN A NÛ

Ji bo vê yekê divê Zagoneke Bingehîn a nû bê çêkirin û divê li ser van xalan be.

- Divê hebûn û nasnameya gelê kurd bi fermî bê nasîn,

- Divê zimanê kurdî ji bexçê zarokan heta zanîngehê wekî zimanê perwerdeyê bê qebûlkirin û wekî zimanê fermî digel tirkî bê nasîn;

- Divê zemînek demokratik bê avakirin ku rê li ber kurdan veke da karibin bi navên kurd Kurdistanê bi azadî xwe bi rêxistin bikin û xwe îfade bikin;

- Divê statuyek bo gelê kurd bê dayîn ku karibe li Kurdistanê xwe bi rêvebibe.

- Divê navên bi kurdî yên gund, bajar, cihên tarîxî ku li Kurdistanê hatine guherîn bêne îadekirin;

- Divê cihê gorê kesayetên kurd ku dewlet vedişêre bêne diyarkirin;

- Bi vî awayî divê jiyana gelê kurd bi gelên din ra bi şeklê wekhev, azad û birûmet bi awayek qanûnî û civakî bê parastin.

- Divê zihniyeta înkar û zilmê ya ku li hember gelên kurd, ermenî, Asûrî-Suryanî, Keldanî, ereb, azerî, tirkmen û dîn-baweriyên wek Elewî-Sunî, Xiristiyan, Mûsewî Êzdiyên li Kurdistanê dijîn, tê meşandin bi dawî bibe. Cudahiyên etnîkî, dînî û çandî yên civata Kurdistanê divê wekî dewlemendî di Zagona Bingehîn de  cih bigirin.

SIYASETA TIFAQA NETEWEYÎ

- Divê em jibîr nekin ku gelê kurd, ji ber tunebûna tifaqa netewî sed sal berê mafê netewî  li Lozanê winda kir. Em bi siyaseta avakirina tifaqa neteweyî, zêdekirina dostan û kêmkirina dijminan dikarin sed sala 21'ê kar bikin. Siyaseta kurd, bi van polîtîkayan dikare astengiyên li hember azadiya netewî rake, firsetan bikar bîne û Peymana Lozanê bê tesîr bike. Em bang li dewletên wek Brîtanya û Fransayê dikin ku di destpêka sedsala çûyî da bi Peymana Lozanê ya 1923’yan Kurdistanê perçekirin, kurdan bêstatu hiştin, dawî li vê neheqiya dîrokî bînin. 

BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ

Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropayê (KE), Yekitiya Ewropayê (YE) û saziyên navneteweyî yên din dikin ku piştgirî bidin têkoşîna gelê me ya diyarkirina çareseriya xwe û neheqiya Lozanê. Gelê kurd dixwaze bi gelên herêmê yên tirk, faris û ereb re bi awayek wekhevî sed sala bê bijî. 

DEWLETA TIRK BILA DEST JI ÎNKARÊ BERDE

- Banga me ji dewleta tirk ra ev e; sîstema li ser înkara kurdan hatiye avakirin nadome. 

Hatiye îsbatkirin heta ku gele kurd azad nebe, gelê tirk jî azad nabe. Werin li cihê siyaseta şer û înkarê, em ji bo çareseriya meseleya kurd a aştiyane û demokratik destpêkek nû bikin. Werin em hêz û çavkaniyên xwe ji şer û pevçûnan re na, ji Zagoneke Bingehîn a nû ku îmkana bi hev re jiyaneke azad, bi rûmet û wekhev dide gelên kurd, tirk û yên din re seferber bikin. Em ê tev bi hev re bi ser bikevin.”

 

***

 

Nûçeya Eleqedar:

- Konferansa Lozanê ya li Amedê: Kurd mafên xwe dixwazin û divê ev maf bên dayîn

 

 


Parve Bike

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 29 09 2023

Festîvala Porteqala Zêrîn hat betalkirin

news
  • 27 09 2023

YNK'ê kongreya xwe saz kir û rêveberiya xwe nû kir

news
  • 27 09 2023

100 tenî merdîbî, 3 rocî şîn na ro

news
  • 26 09 2023

'Armanca kargehê konteksteke berfireh a neteweyî ye'

news
  • 25 09 2023

Komxebata Ziman a Şengalê: Hewldana fermînikirina kurdî û vekirina dibistanên kurdî

news
  • 24 09 2023

Zarokan perwerdehiya xwe ya bi kurdî temam kirin

Nivîsên Nû
news

Kurdbûna Li Dîasporayê

  • Mîrza Ronî
news

Ji bo Azîz Yagan û kesên wisa difikirin

  • Cemil Oguz
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Înterneta bêpere ne xeyal e!

ad

Li Amedê qereqol bi ser qerepolê de tê çêkirin!

ad

Polîsan li Geverê Rojhat Ozdel qetil kir

ad

Mehmed Uzun, çîrokeke dirêj a nivîskariyê: Tarî mîna nivîsê nivîs mîna roniyê

ad

Konferansa Zimanê Kurdî û Delegasyona Nas û Dostan

ad

Fawaz Husên diçe Batman, Mêrdîn û Amedê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de

  • 29 09 2023
news

Îro Roja Dil e: Emê çawa xwedî li dilê xwe derên?

  • 29 09 2023
news

Şerha gotinên pêşiyan 'Lalezar' derket

  • 30 09 2023
news

Ka pêşî kurdî bikin zimanê xwe yê fermî

  • 30 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname