Diyarname
Di panela ji bo azadiya lêkolîneran hate li dar xistin Dr. Îsmaîl Beşîkçî da zanîn ku pirsgirêka bingehîn azadiya ramanê ye, divê ev bê sînor be. Prof.Dr. İbrahim Kaboglu jî got ku mafê bi hev re bikarananî azadiya ramanê tê binpêkirin.
SOMDER'ê 'ji bo azadiya lêkolînvanan' li Şanogeha Muammer Karaca, bi beşdariya Prof. Dr. İbrahim Kaboglu, Doç. Dr. Zeynep Gambetti, Dr. İsmail Beşikçi û Kiraz Ozdogan roja 2'yê mehê paneleke li dar xist.
Di panela ku Mustafa Eren moderatoriya wê kir de pêşî ji SOMDER (Sosyoloji Mezunlari Dernegi-Komeleya Kutabûyiyê Civaknasiyê) Kiraz Ozdofan axivî û li ser xebatên komeleya wan agahî da. Ozdogan xwest di Zagona Bingehîn a nû de mafê lêkolîneran bê parastin.
Pirsgirêka bingehîn azadiya ramanê ye
Dûre Îsmaîl Beşîkçî dest bi axaftinê kir. Beşikçi got ku divê zanist bê sînor be, di zanistê de rewşeke bêsînor hebe. Beşikçi got pirsgirêka bingehîn azadiya ramanê ye û wiha dom kir: "Ev ji bo her kesî ye. Qada zanistê bi azadiya ramanê dibe. Li akademiyek sînor li pêşberî azadiya ramanê hebe li wê derê azadî nîn e."
Beşîkçî bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û got ku di warê guherandina Tirkiyeyê aliyê herî bandorker rêxistina kurd e.
Dr. Beşikçi wisa got: "Nivîsek-pirtûkek, ka têde hêmayên sûcê hene yan tune bê xwendin çênabe. Rewşek wisa ne rewşa zanistê ye. Rewşeke wisa berevajî azadiya ramanê ye. Ev nêzîktêdayîna dewletê ye. Di rewşeke wisa de mirovê azad nagihê, ji bo dewletê xebatkar têne gihandin. Di rewşeke wisa de kesên afirîner, lêpirsîner dernayê."
Tevgera kurd ya herî xurt e
Doç.Dr. Zeynep Gambetti jî bal kişand ser zanîngehan ku hîndekarên muxalîf jê têne qewirandin kir got ku binpêkirinên mafan ên li zanîngehan ragihînin. Gambetti wisa got: "Li Zanîngeha Bîlgî ji ber hîndekar aliyê sendîkarîbûnê bûn ji kar hatin avêtin. Esra Arslan ji ber ji bo ANF'ê axivî ji kar hatine avêtin. Ger tu alîgirê sendîkayê bî jî, ku li ser kurdan jî biaxivî tu ji kar tê avêtin. Yanê naxwazin tu ji bo guherînê bixebitî. Niha muxalefeta herî xurt rêxistina kurd e. Tevgera kedê hê xwe nedaye ser hev."
Gambetti got ku wateya peyvan diguherînin, peyvên heq, edalet, azadiya ramanê şêlo dikin. Mînaka herî dawî jî şibandina hev a komkujiya Qilabanê û kurtajê ye.
Xwendekar bi hev re di girtîgehê de ne
Prof.Dr. İbrahim Kaboglu jî li ser azadiya zanistê û mafê zanînê axivî û got ku gava yekemîn a vê yekê lêkolîna azadiyê û li ser vê xebitîn e. Kabloglu wekî gavên din ên vê yekê jî wisa rêz kir: Ji bo lêkolînê divê qad jêre hebe, dîsa mafê belavkirina zanistê û vegotina vê yekê hebe.
Kabloglu got, mafê bi hev re bikarananî azadiya ramanê tê binpêkirin û wisa dom kir: "Bi hev re diruşm qêrîn mafê bi hev re bikaranîna azadiya ramanê ye. Xwendekar bi vî awayî mafê xwe yê bi hev re bikar tînin. Ji dêvla ku xwendekarên me bi hev re mafê xwe yê azadiya ramanê bi hev re bikar bînin, bi hev re di girtîgehê de ne. 500-600 xwendekar girtî ne. Gotina 'endamtiya rêxistina terorê' kirine wekî moda û wekî şûrê demokles li ser serê xwendekaran dihejînin."