Diyarname
HDP'ê 27'ê mehê 6'emîn Kongreya XWe ya Awarte li dar dixe. Di kongreyê de hevserok diguherin. Ji bo vê yekê civîna xwe saz kirin û biryar dan ku Sultan Ozcan û Cahit Kirkazak bibin hevserokên partiyê.
Kongreya HDP'ê roja yekşemê li Dunya Ticaret Merkezi ya Enqereyê li dardikeve. Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar dê beşdarî kongreyê bibin.
Ji bo hevserokatî biryar hatin dayîn. Sultan Ozcan ku Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê ye û Cahit Kirkazak ku Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Yeşîl Sol Partî bû dê bibin hevserok.
KIRKAZAK ZIMANZAN E
Cahit Kirkazak ku dê bibe Hevserokê HDP'ê heta niha çend zanîngeh xwendine û niha jî li Artûklûyê ye.
Kirkazak di sala 1979'an de li Amedê hatiye dinê.
Kirkazak di navbera salîn 1998-2014'an de wekî karmendek kar kiriye. Piştî 2014'an dest bi pharêzerî kiriye. Kirkazak yek ji parêzerên Doza Kobanî ye û di nav kordînasyona hiqûqê ya Doza Kobanî de jî cih digire.
Wî heta niha çend zanîngeh xwendine. Kirkazak pêşî li Zanîngeha Enqereyê Dibistana Bilind a Pîşeya Edelatê, dûre li Zanîngeha ANadolu ÎÎBF xwendiye. Piştî van li Zanîngeha Kocaelî Zangoya Hiqûqê û li Zanîngeha Anadolu ji Beşa Sosyolojî xwendiye. Kirkazak li Zanîneha Artûklû di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de bernameya lîsansa bilind didomîne.
Kirkazak ku ji bo rojnameya Yenî Yaşamê dinivîse, heta niha bi kurdî û tirkî nivis nivîsîne.

Cahit Kirkazak heta niha 4 zanîngeha xwendine û niha li Zanîneha Artûklû di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de ye.


