Diyarname
Hin rojên dawî, hin mehe ji bo serîlêdana wan heye: Vê demê 4 pêşbaziyên kurdan li benda berheman in. Me ew dan hev. Kerem bikin.
FÎLMAMED LI BENDA BELGEFÎLMAN E
Li Amedê, 8'emîn festîvala belgefîlman Fîlmamed îsal di navbera 27'ê rezberê û 1'ê kewçêrê de li dar bikeve. Festîvalê dema serîlêdanê dabû dest pê kirin, roja dawî 31'ê vê mehê ye. Yên bixazin divê heta 31'ê tîrmehê berhemên xwe bigihînin ber destên amadekaran.
https://filmamed.ortadogusinema.com/
*
Pêşbaziya Xelatên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniyê wekî ser sal îsal jî di dema xwe de li dar dikeve. Îsal 30'emîn car e pêşbazî li dar dikeve. Di warê “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Fotograf”, “Karîkatur” û “Nûçegihaniya Jinan” de bi kurdî û tirkî li dardikeve. Yên bixwazin heta 10'ê rezberê dikarin berhemên xwe bişînin.
E-mail:
apemusaozgurbasin@gmail.com
*
Pêşbaziya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî îsal ketiye 30 saliya xwe. Pêşbaziya ku di warê helbest û çîrokê de li dar dikeve, zimanê wê bi kurdî (kurmancî, kirmanckî û soranî), almanî û tirkî ye. Yên bixwazin heta 8'ê gelawêja 2023'Yan divê berhemên xwe bişînin.
huseyincelebi2023@protonmail.com
info@yxkonline.de
*
FESTÎVALA FÎLMÊN KURDÎ YA BERLÎNÊ
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê îsal 13'emîn car li dar dikeve. Dîroka festîvalê îsal 6-12'yê rezberê ye. Û yên ku bixwazin dikarin heta 15'ê gelawêjê berhemên xwe bişînin.
Ji bo têlikî:
kurdisches-filmfestival.de
*
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA WE BIKIŞÎNIN (Lînkê bitikînin):
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- Çîroka jiyana Xedarê kurd li benda we ye
- Pêşbaziya Huseyîn Çelebî kete 30 saliya xwe
- Agahiyên nû li ser TUYAP'a îsal
- Ji bo zarokan şerê Gîsko û Sibatê
- Pêşbaziya Kurtefîlman 'Qeyrana Avê'
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


