Enqere
Endamê Hewldana Edaletê ji bo Roboskî Tanju Gunduzalip got ku ligel 11 sal derbas bûye jî berpirs hê nehatiye dîtin û got, "Li ser van axan rêya edalet û aştiyê ji Roboskî re derbas dibe."
Roja 28'ê berfanbara 2011'an balafirênşer ên Tirkiyeyê bi ser gundiyan de bombe barandin, 19 jê zarok 34 kesan canê xwe ji dest dan. Hewldana Edaletê ji bo Roboskî di 139'emîn hefteya vê bûyerê de li ber avahiya ÎHD'ya (Komeleya Mafên Mirovan) a Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê.
Pankarta "Bila kujer bêne dîtin, carek din Roboskî çênebe" hat vekirni.
Endamê hewldanê Gunduzalp wisa got, "Rewşa li ber me eşkere ye; kiryar û qetlîam zelal e, rastî ji civakê hatine veşartin. Tu komkujî dê nikaribe ji darizandinê xwe veşêre. Îro nebe jî sibê miheqeq dê hesab bê pirsin, berpirs bêne darizandin."
Gunduzalp got ku ji ber dewlet bi kirinên berê re rû bi rû nabe loma îro zordarî bi awayekî sîstematîk zêdetir dibe û got, "Rojnamegerên masûm ên kurd têne binçavkirin û girtin. Dîsa agahiyên ku di rojnameya fermî û her derê ji bo raya giştî bûne mal ji ber ku hin rojnamegeran ew parve kirine têne binçavkirin û girtin. Cûdî dişewite, li daristanên Akabeyê li mirov^ne xwe didin. Li girtîgehan pêşî li tehliyeyan digirin, girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû dihêlin.
Gunduzalp diyar ku heta edalet neçe Roboskiyê dê edalet neyê Tirkiyeyê û got. "Li hemberî şîreta dewlet û desthilatdarî, ji bo Roboskî û hemû komkujiyên din ewê bên ba hev, heta edalet saz bibe ewê rehet ranezên û van bûyeran nedin ji bîr kirin. Her kesê ku dibêje 'Wekî mirov ez dikarim çi bikim?' bila her 28'ê mehê komkujiyê bibîr bîne, ji bo deng li dengê me zêde bike bila bê cem me. Werin em bi hev re deng bilind bikin."