Diyarname
Yekîtiya Jinên Ciwan Mîhrîcana Sporê ya Şehîd Nûjiyan bi dirûşma “Bi jin, jiyan azadî, azadî dê bi ser keve” roja 22'yê mehê li Reqayê mîhrîcaneke li dar xist. Di mîhrîcanê de di warê fûtbol, duçerxe, tenîma maseyê, hilgirtina giraniyê û kişikê de beş hebûn. Yên bi ser ketin hatin xelatkirin.
'ARMANC TEŞWÎQKIRINA JINAN E'
Rêveberiya sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîhrîcan li dar xist. Di mîhrîcanê de, hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Henan El Bekîr axivî û destnîşan kir ku ji bo desteyê, werzîş bi taybet werzîşa jinan gelek girîng e.
Henan El Bekîr got: “Em gihîştin wê astê ku em mîhrîcaneke werzîşê li ser asta Bakur û rojhilatê Sûriyeyê li dar bixin û jinên ciwan teşwîq bikin ji bo ku tev lî bibin. Me mîhrîcana xwe bi şehîd Nûjiyan bi nav kir ku yek ji pêşengên Yekîtiya Jinên Ciwan bû û ji werzîşê hez dikir.”
JI 5 BAJARAN SPORKAR HEBÛN
Di mîhrîcanê de tîmên jinan ên ji Cizîr, Reqa, Minbic, Kobanî û Tebqayê ketin pêşbaziya durçerxeyê û di dawiyê de tîma Kobanî bû yekemîn û ya Reqayê bû ya duyemîn.
Dûre jî tûrnovayên hilgirtina giraniyê û satrancê, futbolê li dar ketin. Di dawiya tûrnovaya futbolê de tîma Kobanî li hemberî tîma Reqayê bi ser ket.
Di tenîsa masayê de jî tîma Reqayê bi ser ket.
Di dawiya mîhrîcanê de, Desteya JIn û Desteya Werzîş û Ciwanan ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tîmên serkeftî xelat kirin.
TÛRNÛVAYA BASKETBOLÊ LI DAR KETIBÛ
Li aliyê din hefteya borî rojên 16 û 17'ê mehê li Reqayê tûrnûvaya basketbolê ya jinan li dar ketibû.