Diyarname
Serokê Federasyona Hilberînkarên Nan ê Tirkiyeyê Murat Kavuncu bi sernavê "Li Tirkiyeyê nan dibe 12 TL" daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Piştî Zagona Giştî ku hefteya borî li Meclisa Tirkiyeyê hat qebûlkirin, îro Kavuncu daxuyanî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hema hema zam tê ser her tiştî, ev zem dibin sedem ku maliyeta her tiştî bilind bibe, nan ku xurake sereke ye maliyeta wê jî bilind dibe û wisa got, "Di sal û nîvê dawî de mazot, elektrîk, gaza xwezayî, karîn înşaatê, buhayê emlatê, buhayê wesaîtan, heqdesta mehaya herî kêm û bav, hemû bilind bûne, ji ber vê yekê maliyeta nan jî gelek bilind bûye. Loma li temamê Tirkiyeyê 250 gram nan divê bi 7-10 TL'yî bihata firotir. Lê hefteya borî Zagona Giştî hat qebûlkirin û asta bacê hat bilindkirin. Loma jî maliyeta nan dê derkeve 10 TL'yî û plan ew e ku li temamê Tirkiyeyê nan bi 12 TL'yî bê firotin."
Kavuncu gotiye ku di hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê de wan piştgirî daye Îtîfaqa Komarê lê piştî hilbijartinê Wezareta Maliyeyê, Wezareta Çandinî, Wezareta Bazirganî û Wezareta Tûrîzmê sozên ku berî hilbijartinê dane neanîne cih.