Diyarname
13 partiyên Kurdistanî ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan ên li herêmên bi nakok, hevpeymaniyek ragihandin ku ji bilî PDK û Yekgirtûya Îslamî, partiyên sereke jî di nav de cih digirin.
Li gor nûçeya Rojnewsê li Kerkûkê 13 partiyên siyasî yên Kurdistanî, ji bo beşdarbûna hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê ên li herêmên bi nakok (herêmên dikevin nav madeya 140), hevpeymaniyek berfireh ragihandin û daxwaz ji partiyên din jî kirin ku beşdarî hevpeymaniyê bibin da ku piraniya dengan ji bo burdan bi dest bixin.
Li ser vê yekê daxuyaniyeke hate belavkirin. 13 aliyên siyasî li baregeha Hizba Komunîst a Kurdistanê li ser vexwendina Lijneya Karên Hevbeş a Partiya Çep a Kurdistanê civînek lidarxistine.
Heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di civînê de hemû partiyan biryar da ku lîsteyek berfireh a Kurdistanê li herêmên bi nakok pêkbînin û bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan bibin.
Heman demê de beşdarên hevpeymanê bang li partiyên din ên Kurdistanî kirin ku di zûtirîn demê de lîsteyek Kurdistanî pêk bînin û beşdarî wan bibin da ku bikarin di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê de piraniya dengan bidestbixin û mafê kurdan biparêzin.
Di nava hevpeymanê de ji aliyên sereke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komeleya Dadgerî, Hizba Komînîst, Partiya Sosyalîst û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê cih digire. Lê PDK û Yekgirtûya Îslamî di hevpeymanê de cih negirtine.
Partiyên ku beşdarî hevpeymanê bûyîn evin:
– Tevgera Goran
– Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistan
– Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê
– Partiya Kedkarên Kurdistanê
– Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê
– Partiya Gelê Turkmen
– Partiya Komînîst a Kurdistanê
– Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê
– Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê
– Hevpeymaniya Nîştîmaniya Kurdistanê
– Hevpeymaniya Nîştîmaniya Kurdistanê/ Rêveberiya Demkî
– Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê
– Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê