Diyarname
Kommapiya mezin ya teknolojiyê ya DYA'yê Apple ji meha yekem a îsal heta niha sedî 50 qîmeta xwe bilindtir kir û bi vî awayî buhaya wê ya piyaseyê derket 3.03 trîlyon dolar. Bi vê yekê bû kompaniya herî bi nirx a dinyayê.
Buhaya kompaniya Apple di 2'yê gelawêja 2018'an de trîlyotek dolar derbas kiribu, di 19'ê gelawêja 2020'î de 2 trîlyon dolar derbas kir û niha 3 trîlyon dolar derbas kir û bû kompaniya herî bi nirx. Buhaya hîseyên Apple îro sedî 1 zêdetir bilind Bûn û derket 193.15 dolarî.