"Rewþen" li Zanîngeha Bîlgî tê nîþandayîn
Diyarname
Belgefîlmê Cemil Oguz ê bi navê "Rewþen" ku bi ser kovara Rewþenê de anakdotên li ser zimanê kurdî ya salên 90'î, dîsa anakdotên rewþa wan salan radixe ber çavan vê carê li Kampusa Dolapdere ya Zanîngeha Bîlgî tê nîþandayîn.
Heta sala 1990’î li Tirkiyeyê peyva ‘Kurd’ bi xwe jî qedexe bû. Derxistina pirtûk, kaset, kovar, rojnameyên bi kurdî qedexe bû. Di van salan de asta daxwazên kurdan bilind bû, pêre jî di sala 1991’ê de zagoneke bi hejmara 2932’yan guherî. Bi vê guherînê re rê li ber “Weþanên ji bilî tirkî” vebû. Êdî weþandina kasetên bi kurdî, derxistina kovar û rojnameyên bi kurdî bi awayekî serbest dibe. Tam vê demê de rêveberên Navenda Çanda Mezopotamyayê bi navê “Rewþen” kovareke Tirkî-Kurdî derdixin.
Belgefîlmê bi navê “Rewþen”, ji salên 90’î heta salên 2000’î ji aliyekê ve pêvajoya kovara Rewþenê radixe ber çavan, dibe þahida pêþketina kurdî ya wê demê, ji aliyê din ve bûyerên girîng ên salên 90’î nîþanî temaþevanan dide.
"Rewþen" piþtî festîvalên Stenbol, Documentarist, Rojên Belgefîlman a Egeyê, Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê û Festîvala Batmanê vê carê li Stenbolê li Zanîngeha Bîlgî Kampusa Dolapdereyê derdikeve pêþberî beþdaran.
Nîþandayîna belgefîlm 18'ê gulanê saet 17.00'an de dê li dar bikeve. Piþtî belgefîlm dê derhêner Cemil Oguz bersiva pirsên temaþevanan bide. Çalakiya nîþandayîna belgefîlm û gotûbêjê ji aliyê
Civaka Fikir û Çandê ya Bîlgiyê ve tê organîzekirin. Digel xwendekarên zanîngehê, ji derve jî kî bixwaze dikare here li belgefîlm û gotûbêjê temaþe bike.
Nîþandayîna belgefîlm û gotûbêj
Dîrok: 18.05.2012
Cih: Zanîneha Bîlgî, Dolapdere, Salona Sînemayê
Saet: 17.00 - 19.00
NAV: REWÞEN
Senaryo&Derhêner: Cemil Oguz
Derhênerê Dîmenê: Cahit Çeçen
Kamera: Cahit Çeçen, Savaþ Boyraz
Muzîk: Xak - Kamkar
Vesazkirin: Masum Elmas
Studyoya Dublajê: Asi Medya
Vebêj: Masum Elmas
Ziman: Kurdî (bi jêrnivîsa tirkî)
Mawe: 44 dq
Sala Kiþandinê: 2011