Diyarname
Pirtûka bi navê "Kawayê Min" bi amadekariya Bulent Ulus ji Weşanên Evrenselê derket.
Pirtûka "Kawayê Min" ji nivîs, çîrok û gotarên nivîskarên kurd (ji bilî yek dudiyan) pêk tê. Pirtûk bi kurdî û tirkî hatiye amadekirin. Yên ku bi kurdî nivîsandine li tirkî, hinên bi tirkî nivîsandine jî li kurdî hatine wergerandin.
"Kawayê Min" ku amadekariya wê yek ji edîtorên kovara Tîrojê Bulent Ulus kiriye, werger ji kurdî ji bo tirkî Dilawer Zeraq, ji tirkî ji bo kurdî jî Dawud Ozalp kirine.
Di pirtûkê de nivîsên nivîskarên wekî Cîhan Roj, Çiya Mazî, Dilawer Zeraq, Fehim Işik, Lal Laleş, Murad Çanşad. Receb Dildar, Yaqob Tilermenî, Zeynelabidîn Zinar, Ahmet Tulgar, Halil İncesu, Kawa Nemir, Mehmet Atli, Sennur Sezer û Vecdi Erbay cih girtine.
Di dema amadekariya pirtûkê de ji nivîskarên navborî nivîs xwestine û wan jî nivîs (hinan gotar, hinan çîrok, hinan bîranîn) lê kirine û şandine. Weşanên Evrenselê berî vê bi navê "Benim Nasrettin Hocam" (Nasrettin Xoceyê Min) pirtûkek amade kiribû û nivîskarên di pirtûkê de hemûyan li ser Nasrettin Hoca çîrokek lê kiribû, her kesî Nasrettin Hoca kiribû lehengê xwe. Pirtûka "Kawayê Min" jî li ser heman ferasetê hatiye amadekirin. Dema mirov van herduyan bide ber hev, pirtûka Nasrettin Hoca ji ya Kawayê Min hinek bi serketîtir derketiye holê.
Amadekarê pirtûkê Bulent Ulus li ser armanca amadekirina pirtûkek wisa, ev gotina aniye ziman: "Me pirtûka Kawayê min, ji pêdiviya bi azadiyê û bangkirina bi bal azadiyê ve, bi armanca ku em Kawa veguhêzin îroj û ji rewşa wê ya 'çîrokek zemanê berê' derxînin, hem ji hêla folklorîk ve hem jî bi motîfên roja îro ji nû ve ava bikin, amade kir. Em ji vegotinên nivîskar, şair û çîroknûsên xwe fêm dikin ku Kawa ji fîgurek mîtolojîn an jî lehengekî çîrokê wêdetir, bi jiyana kurdan re bûye yek. Ew, yan di vejîna zimanê hatiye qedexekirin de, yan di agarê li serê çiyê hatiye vêxistin de, yan jî di gotina heskiriyê de derdikeve pêşberî me Kawa; dibe çavê siyasetmedarekî gel raçav dike; dibe newaya muzîsyenekî hêviyê belav dike; dibe xwêdana eniya karkerekî tevlî cewhera hesin dibe."
Kawayê Min / Amadekar: Bulent Ulus / Werger: Dilawer Zeraq - Davut Ozalp / Weşanên Evrensel / 184 rûpel
***Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.