Amed
MED-DER’ê bi merasîmeke belgeyên kesên ku tevlî perwerdehiya zimên bûn dan. Di merasîma belgedayînê de hat gotin: Heya zimanê kurdî nebe zimanê perwerdehiyê dê têkoşîna wan a di vî warî de berdewam bike.
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER, di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li avahiya xwe ya Semta Gazîler a Amedê şahiyek li dar xist. Di bernameyê de belgeyên şagirtên ku di perwerdehiyê de bi ser ketine hatin dayîn û stran hatin strîn. Bername, bi coş û tevlibûneke zêde hat lidarxistin. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Azad Bariş û Mehmet Emîn Aktar, endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê, Enstituya Kurdî ya Amedê, Odeya Bijîşkên Amedê û gelek kes tev li bernameyê bûn.
Ewilî Rêveberê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî û destnîşan kir ku ev sed sal e Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin lê tu saziyên zimanê kurdî nehatine avakirin û wiha got: “Em ê xewn û xeyalên Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û avakarê alfabeya zimanê kurdî Mîr Celadet Alî Bedirxan pêk bînin.”
Pişt re Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakût axivî û da zanîn ku pêwîst e li her derê zimanê dayîkê bê axavîn. Yakût diyar kir ku heta zimanê wan nebe zimanê perwerdehiyê dê tekoşîna wan a di vî warî de berdewam bike.
MA
**
Îsal Hin Nûçeyên Li ser Cejna Ziman:
- Çalakiya ji bo ziman: Xebatên li Ewropayê hatin nîqaşkirin
- Enstîtuya Kurdî bawername da mamosteyên zimanê kurdî
- 'Dibêjin tu vî zimanî hîn bibî dê bi kêrî çi bê?
- 12 sazî: Heta kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê, em ê têkoşîna xwe bidomînin
- HDP'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
- Ji bo Cejna Zimanê Kurdî jin li kuçeyê bûn
- Ji bo Cejna Ziman panelek: 'Wêjeya kurdî û derbiderî'