QAMIŞLO
Tora Russia Today duh bi Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad re hevpeyvînek çêkir.
Mîqdad got ku hikumeta wî amade ye biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 2254′an a li gorî berjewendiyên welatê wî ye, pêk bîne. Ji dema ev biryar hate dayîn ve, ev cara yekemîn e rayedarekî payebilind ê hikumeta Şamê li ser pêkanîna vê biryarê diaxive.
2254 ÇI YE?
Biryara 2254′an di 18′ê kanûna (berfanbar) 2015′an de hate dayîn. Di biryarê de tê gotin ku gelê Sûriyeyê biryara pêşeroja welat dide, her wiha banga avakirina hikumeteke demkî, lidarxistina hilbijartinan bi çavdêriya navneteweyî û sekinandina êrişên li dijî welatiyan tê kirin.
Têkildarî mijarê, Mîqdad anî ziman ku hikumeta wî hewl dide çareyeke siyasî çêbe, teror û cezayên dewletên rojavayî bi dawî bibin. Her wiha Mîqdad got, hikumeta Şamê amade ye destekê bide komîteya destûrê û ew amade ne bi hev re li ser vê yekê bixebitin, lê piştî rewş aram bû.
'ŞERT EW E, TIRKIYE JI XAKA SÛRIYEYÊ DERKEVE'
Li ser vegerandina têkiliyan di navbera hikumeta Şamê û Erebistana Siûdî de, Mîqdad bang kir ku têkilî bi hemû dewletên Ereban re werin xurtkirin.
Têkildarî hewldanên Rûsyayê yên normalîzekirinê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirkde, Mîqdad got, şertê hevdîtina serokê hikumeta Şamê û hempîşeyê wî yê Tirkiyeyê ew e ku hêzên dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê derkevin.
Têkildarî dosyaya qaçaxçîtiya hişbirê jî Mîqdad diyar kir ku sedema wê yekê şer û lawazbûna karîna hêzên ewlehiyê ye.
ANHA