Diyarname
Weşanxaneya Lîsê di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê ya bihara 2012’yan de, pirtûka çîrokan a Mahsûm Nisêbînî, “Sêva Bi Tîr” derxist.
Nivîskar Mahsûm Nisêbînî vê care pirtûka xwe ya çîrokan “Sêva Bi Tîr” ragihand xwendevanên xwe.
Di pirtûkê de şeş çîrokên gelêrî yên bi navê Sêva Bi Tîr, Hêvî, Mela Gulê, Ma Tu yê Bi Kêla Kevirî û Ez ê Jî Bi Teriya Qut Kirî?!, Mîrze Mihemed û Ereba Zengî û Qesabê Çomer ê Kurd û Şexê Ereban hene.
Sêva Bi Tîr çi qasî jî bi navî çîrokên gelêrî bi xwe ve girtibin jî, nivîskêr ev çîrokên navhatî bi şêweyê ‘venivîsîn’ê, bi hêz û şiyana ku kelepora kurteçîroka nûjen dide nivîskêr, li ser asteke ku zêde dest nede honaka wan ji nû ve nivîsîne.
Ev berhema di destê xwendevanên kurd de ji kesên wekî çavkanî yên mîna Nûredîn Kalikî, Kara Omer, Silo Dêrî, Metîn Şekir û Menîfa Çaliyê, ji aliyê nivîskar Mahsûm Nisêbînî ve hatine berhevkirin û bi temayên xwe yên nas ve, ku guhertoyên van çîrokên navhatî li welatê me, li gelek deveran, bi devokên ciyawaz belav bûne, ji bo ku her kesekî kurdîaxêv bi riya bîra hevbeş di wan bigihîje, her dîsa ji aliyê nivîskar Mahsûm Nisêbînî ve, ji nû ve, bi kurdiya yekgirtî û bi rêk û pêk hatine nivîsandin.
Weşanxaneya Lîs hêvî dike ku her kurdek ji dewlemendiya çîroka kurdî fêde û ji bo vê yekê jî ev çîrok ragihandine xwendevanên xwe.
Pirtûkên Mahsûm Nisêbînî yên ku heta niha derketine ev in:
- Jan Jariya Jînê (helbest, Swêd, 2006)
- Tevna Holejînê (helbest, Lîs, 2012)
- Xunava Gulan (helbest, Lîs, 2012)
- Sêva Bi Tîr (çîrok, Lîs, 2012)
Sêva Bi Tîr / Mahsûm Nisêbînî / Çîrok, 96 rûpel
***
Nûçeyên eleqedar:
- Ji Mahsûm Nisêbînê pirtûkek din a helbestan: ‘Xunava Gulan’
- Hellbest û çîrok, du pirtûkên din derketin