KOBANÎ
Di Sempozyûma 4′emîn a Hunera Åžêwekariyê ya Kobanî de ku ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Firatê ve bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye organîzekirin, 40 ÅŸêwekar amade bûn.
Di sempozyumê de hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Åžahîn axivî û got: "Her kesê dixwaze xizmeta welatê xwe bike, divê behreya xwe bi pêÅŸ bixe. Huner ji bo pêÅŸxistina civakên hewl didin xwe ji qeydên rejîmên destpot rizgar bikin û parastina nirxan girîng e. ÅžoreÅŸ bi çekê tenê bi ser nakeve, lê bi fikir û zanabûnê bi ser dikeve. Erka her kesî ye li herêmê xwe bi zanabûnê xurt bike ku rewÅŸên herêm tê re derbas dibe û ÅŸerê li dijî herêmê, derbas bike. Bi vê yekê dê ÅŸoreÅŸa me bi ser bikeve û em ê bigihêjin armanca xwe û bi hev re welatê xwe ava bikin."
Cîgira Hevrokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesen wiha axivî: "Hunermend bi firçeyên xwe daxwazên civakan ên veÅŸartî nîÅŸan didin û jiyanê diafirînin."
Ronahî Hesen bang li hunermendan kir ku fikrên xwe belav bikin, ji ber ku di çavên hunermend de rastî heye, êÅŸ û hestên xwe bi rêya hunera xwe eÅŸkere dikin.
Sempozyûm dê heta 26′ê gulanê dewam bike û piÅŸtre pêÅŸangeha hunera ÅŸêwekariyê roja 28′ê gulanê wê li QamiÅŸloyê bê vekirin. (ANHA)