Diyarname
AKP'ê dixwest li Culemêrgê û Erzeromê mebûsên Yeşîl Sol Partî ji dest wan derxe. Li Entabê jî Yeşîl Solê serî li YSK'ê da, hemû hatin redkirin.
Li Culemêrgê Yeşîl Sol Partî her 3 mebûsîn jî bi dest xistin, lê AKP'ê serî li YSK'ê da, îtîraz kir. AKP'ê dixwest mebûsek bi dest bixe. Daxwaza wan hat redkirin.
Li Erzeromê piştî salan Yeşîl Sol Partî mebûsek derxist. Meral Daniş Beştaş ji Erzeromê hat hilbijartin. Di serî de İyi Partî, partiyên nijadperest dijî vê bûn û li cem YSK'ê îtîraz kirin. Îtîraza wan hat redkirin.
Li Culemêrg û Erzeromê encam diyar bû, tiştek neguherî.
Li Entabê jî Yeşîl Sol Partî serî li YSK'ê dabûn ku hilbijartinên vê derê bêne betalkirin û ji nû ve li dar biketin. Sedem jî ew bûn ku ji 4 hezrî zêdetir kes wekî peywirdarên Vatan Partîsî hatine nîşanrdayîn û nikarîne deng bidin. Lê YSK'ê ev raxwaz red kir.