logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Notên li ser Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî
  2. Kiliç li ser HSD'ê qala hevdîtina li Îmralî kir
  3. Ji bo Maçên Koman pişke hat kişandin
  4. Li ser jiyana hunermend Elî Esxerî belgefîlmekî tê kişandin
  5. Îdirî tarîx nişt
news-details

Xwendineke mîna pêşwazîkirinê

  • Dîrok: 18/05/2023
  • Beş: Serbest

Giryan Seyro*

Berî demekê min romana "Firîna bi baskên şikestî" ya romanivîsê kurd Helîm Yûsiv qedand. Romana Kobanî, ya dagîrikirin û carek dî dagirkirina Kobaniya birîndar, romana Rodiyê kelgerm û Perwîna bêmirad û zincîreke dirêj ji êş û azarên ku di encama bêdewletbûnê de li pey sêwiyên cîhanê ketî û hê jî dikeve.

Nivîskarê jêhatî serpêhatiya vî bajarê ku zêdeyî carekê û di demeke kurt de rastî dagirkirinê tê, tîne ziman. Biêştirîn û xemgîntirîn car, ya diduyan bû, dema ku rihdirêjên xwînmij yên rêxistina DAIŞ'ê bi awayekî hovane û kîndar derbasî bajêr dibin û şêniyên wî û gundewarê wî tevan didin ber guleyan. Mixabin di nav wê xwîna ku di Şeva Xedrê de diherikî, xwîna Rodî û Perwînê, bûk û zavayên nû jî diherikî, yên ku heta bi hestiyan bi doza gelê xwe bawer û ji evîna xwe piştrast. 

Roman bi awayekî dokument jî hatiye nivîsandin ku ji xeynî şêweyê wêjeyî, yê ku nivîskar pê nivîsandiye, dibe wekî belgeyekê jî ji bo dîrokê û ji bo nivşên ku bên. Nexasim dema ku navên pakrewanan, temenê wan û gundên wan jî tîne ziman û li ber navê her yekî/ê ji wan rêya ku pê hatî kuştin, tîne ziman. Asta êşê gelekî bilind bû û şîn û keser di nav hevokan de diherikîn. Diyar e ku nivîskar ji nêzîk ve rewşa bajêr di wan deman de şopandiye û wekî ku ew bi xwe li Kobanî be û li wir nivîsandibe û rû li rû rastî bûyerên ku qewimîne, hatibe.  

Şehîdên ku deriyên gorên xwe vedikin û behsa kuştina xwe dikin, wekî ku çawa mirov behsa çi tiştê sivik yan behsa roja xwe bike, dara gwîzê ya ku bi xwe endameke sereke ye di romanê de, tev şahidên zindî ne li ser hovîtiya van mirovên kuştinhez û goştxwir, xwediyên ramanên genî ku hebûna xwe, dewleta xwe û ola xwe di tunebûna miletekî sivîl de dibînin. Wiha jî tu sînoran li ber xwe nabînin ku bi berdewamî zarokan serjêdikin û bi dirindiyeke mezin seriyên mirovan ji gewdeyên wan dibirin.

Helbet nabe ku ez bêhtir li ser naveroka romanê biaxivim û zêdetir eşkere bikim, ji ber ku yê ne xwendî karibe bi xwe lê bigere û bi xwe di nav rûpelên wê de bimeşe û biêşe. 

Roman li piraniya pirtûkxaneyên kurdî li Kurdistanê û li Ewropayê peyda dibe. 

Heta ku bi baskên şikestî be jî dê ev balinde û çûkên azadîhez bifirin, dê hêlîn û waran ava bikin û çêlîkên xwe fêrî firê bikin. Heta ku em bi war û hêlîn nebin, dê hemû dar û daristan, hemû ban û avahiyên vê cîhanê wêran bimînin. 

Serkeftinên mezin ji Helîm Yûsiv re dixwazim û destxweşiya wî dikim li ser berdewamiya wî di avejeniya di çem û golên wêjeya kurdî de. 

Heta ku tu dinivîsînî, em ê bixwînin û her carê em ê li benda nûtirîn berhem bin.


*Helbestvan û romanivîskarê ji rojavayê Kurdistanê




Parve Bike

Youtube Me

Roja Axê ya Dinyayê

news

Dilşêr Bêwar: Toza Çîl Spî

news

Îhsan Bîrgul: Pelên Şil

news

H. Kovan Baqî: Gotin nebin dil, roman nikare bijî

news

Hogir Berbir: Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê

news

Dilşêr Bêwar: Zozanê OnlyFansê

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news

Hogir Berbir: Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

news

Cihên dîrokî li benda temaşevan in

news

"Ziman, Çand û Zargotin"

news

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news

'Agac Adam'

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 05 12 2025

2025: 10 welatên herî aram

news
  • 04 12 2025

2025: Peyvên herî zêde lê geriyane

news
  • 28 11 2025

Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve

news
  • 25 11 2025

Pelên Şil

news
  • 25 11 2025

Rola Kurdan di berbelavbûna gendeliya Iraqê de

news
  • 24 11 2025

Şşş! Hiş be, şik afirî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
Ev jî hene
ad

Dehezaran oxir li Yildirim Ayhan kir

ad

Ji nivîskarên Diyarnameyê 3 nivîsên nû

ad

Jetên tirk li kurdan dan, têkoşîna li dijî DAIŞ'ê tevlihev bû

ad

Wezîr dibêje pere hene, Barzanî dibêje nîn in!*

ad

Afîşên "Bila Andimiz Betal Bibe" hatin daliqandin

ad

'Mîrname'ya Jan Dost bi erebî derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Notên li ser Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî

  • 06 12 2025
news

Kiliç li ser HSD'ê qala hevdîtina li Îmralî kir

  • 05 12 2025
news

Ji bo Maçên Koman pişke hat kişandin

  • 05 12 2025
news

Li ser jiyana hunermend Elî Esxerî belgefîlmekî tê kişandin

  • 05 12 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname