Diyarname
Di nav tenduristiyê de ew zêde qîmetê nebînin jî cihê wan di nav tenduristiyê de gelek girîng e. Em qala hemşîreyan dikin. Roja 12'yê gulanê Roja Hemşîreyan a Dinyayê ye. Ji bo qîmetdayîna wan me ev dosya amade kir.
KÎ DIKARE BIBE HEMŞÎRE?
Pêşî em li ser pirsa "Kî dikare bibe hemşîre?" Li Tirkiyeyê ji bo kesek bibe hemşîre divê li Zanîngehê Beşa Hemşîretî û Xizmetê Tenduristiyê xwendibe pêre jî bi dereceya lîsansê mezûn bûbe. Li aliyê din Lîseyên Pîşeyê yên Tenduristiyê hene ku yên ji vir mezûn bûbin dikarin bibin "hemşîreya/ê alîkar (cîgir)"
HEMŞÎRE ÇI KARÎ DIKIN?
Karê hemşîreya çi ye heta ku ye? Ew di qadek berfireh de kar dikin. Hemşîre plana dermankirinê tînin cih, li ser pêşvebirina dermankirinê nirxandinê dikin, nexweşan bi awayê fîzîkî miayene dikin, nexweşî/ê dişopînin, di rewşa lezgîn de dikarin mudexele bikin û plana tibî ya nexweş saz dikin.
ÇEND CURE HEMŞÎRE HENE?
Piranî "hemşîre" tê gotin lê ji bo her beşê hemşîreyên cuda hene. Wekî hemşîreyên beşa nexweşên giran, hemşîreyên beşa lezgîn, hemşîreyên beşa onkolojî, hemşîreyên emeliyetxaneyê, hemşîreyên beşa nêrîna birînan, hemşîreyên pedîatrî, hemşîreyên beşa nexweşên giran ên pedîatrîk, hemşîreyên beşa zarokanînê, gelek beş hene.
SERÊ ÇEND KESÎ HEMŞÎREYEK DIKEVE?
Li dinyayê îstatîstîka li ser hemşîreyan bi vî rengî ye: Li gor sala 2020'î li welatên OECD'î serê 100 hezar kesî 942 hemşîre dikevin. Li welatên Yekîtiya Ewropayê sedê 100 hezar kesî 873 hemşîre dikevin. Li Tirkiyeyê 343 hemşîre dikevin.
LI KU ÇAWA TÊ PÎROZKIRI?
Roja Hemrîşeyan a Dinyayê 12'yê mehê ye, lê li hin welatan wekî Hefteya Hemşîreyan jî tê pîrozkirin. Çîroka herî dirêj li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) derketiye holê. Bi vî awayî: DYA di navbera 6-12'yê mehê de vê pîroz dike. Ji ber ku 12'yê mehê rojbûna hemşîre Florence Nightingale e. DYA'yê yekemîn car di sala 1954'an de di navbera 11-16'ê kewçêrê de ev roj pîroz kiriye. Ji ber salvegera 100'emîn a mîsyona Nightinga ya di Şerê Kirimê de bû ev roj hilbijartiye. Serokdewletê RYA'yê Nikson di sala 1974'an de "Hefteya Hemşîreyan a Neteweyî" bi awayekî fermî qebûl kiriye. 1982'yan de Reaganî 6'ê gulanê wekî Roja Hemşîreyan a Neteweyî bi awayekî fermî qebûl kiriye. Di sala 1990'î de Yekîtiya Hemşîreyan a Amerîkanê 6-12'yê gulanê kiriye Hefteya Hemşîreyan a Neteweyî û êdî bi vî awayî dom kiriye.
AVUSTURYA, KANADA, ÇÎN Û TIRKIYE
Li Kanadayê ji bo Nightingale wê hefteyê pîroz dike ku ji sala 1985'an ve ev pîrozbahî tê kirin.
Li Avustralyayê hefteya ku 12'yê mehê têde ye wekî Hefteya Hemşîreyan tê pîrozkirin. Bi merasimê kesek wekî Hemşîreya Salê tê hilbijartin.
Li Çînê ji ber girîngiya hemşîreyan, li nexweşxaneyan her sal hemşîre Sonda Hemşîreyê dixwînin.
Li Tirkiyeyê Komeleya Hemşîreyên Tirk di navbera 12-16'ê mehê de çalatiyan li dar dixe.
HEQÊ KU HEMŞÎRE HEQ DIKIN NAGIRIN
Di vê Roja Hemşîreyan de li Tirkiyeyê rewş çi ye? Bi kurtahî ev e: Sendîkaya Genel Saglik Îşê ji bo 12'yê mehê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Sendîkayê got ku ji ber ne plankirina hêza mirov, li saziyên tenduristiyê bêyî peywira wan be gelek karên din li wan tê barkirin, ew demeke dirêj dixebitin ku ji vê aciz in. Di daxuyaniyê de hat gotin ku meaşê hemşîreyan li sînorê birçîbûnê ye, qîmeta pîşeya wan tê daxistin, bi vî awayî jî hemşîreyên ku heqê xwe nagirin ber bi derveyî welat ve koç dikin.
***
- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname…- Malper: http://diyarname.com
- Twitter: https://twitter.com/diyarname1
- Facebook: http://facebook.com/diyarname
- Mail: diyarname@diyarname.com