Diyarname
Lîstikvanê navdar George Clooney ku li paytexta DYA Washingtonê li ber balyozxaneya Sûdanê rêveberiya Sûdanê proresto kiribû û hatibû binçavkirin îro hat berdan.
Lîstikvan û derhêner George Clooney li hemberî hikumeta Sûdanê ku di dema şerê navxweyî de zordarî û îşkence li sûdaniyan kiriye şermezar bike li ber balyozxaneya Sûdanê çalakiya şermezarkirinê li dar xist. Tevî Clooney bavê wî ku di heman demê de berê televîzyonkarekî girîng û endamên kongreyê jî hebû.
Duh dema Clooney çalakî li dar xistibû polîs hatibû û xwestibûn Clooney û protestokar ji bexçeyê balyozxaneyê derkevin ji ber ew derneketin Clooney jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Lîstikvanê navdar Clooney, Serokdewletê Sûdanê Omer El Beşir wekî sûcdarekî şer bi nav kir û got: "Divê min bal bikişanda ser vê yekê min ev çalakî li dar xist."
Clooney berê jî bi dizî çûbû Sûdanê, li wê derê li ser kesên îşkence kişandine belgefîlm kişandibû û bi senatorên DYA'yê dabû temaşekirin.
Lîstikvan Clooney îro serbest hat berdan.
Li Darfûrê mîlîsan bi piştgiriya hikumetê ji sala 2003'yan ve heta niha zêdeyî 200 hezar sivîl kuştin. Serokdewletê Sûdanê Omer El Beşir ku wekî "sûcdarê şer" tê binavkirin çend caran hat Tirkiyeyê û bû mêvanê Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul û endamên hikumetê.