ENQERE
Sempozyûma ji aliyê Navenda GiÅŸtî ya BDP'ê ya bi navê "Qêrîna natemire: Dêrsim û rasthatina bi heqîqetê re" li Otela Neva Palasê berdewam kir. Aktivîstê Meclîsa Tirkiyeyê Îmam Canpolat rûniÅŸtina "Bi dîrokê re rû bi rûbûn û heqîqat" rê ve bir. Di rûniÅŸtinê de neviya Seyîd Riza, Zelîxa Polat axivî û got; “Em ê her tim li ser vê xakê bijîn. Di roja me de jî bi Komkujiya Roboskiyê zîhniyeta xwe nîÅŸan dan dîsa. Daxwaza me aÅŸtî ye. Bila li dîroka xwe, ne leke, ne jî komkujî, bila aÅŸtî binivîsin. “
Di rûniÅŸtinê de Neviya Seyît Riza Zelîha Polat têkildarî dîroka devkî ya Dêrsîmê, nivîskar Huseyîn Ayrilmaz têkildarî lêkolînan, Meltem Aslan mijara Komîsyona Edalet û Heqîqatê û Doç. Dr. Nazan Ustundag mijara dadgeha cezayên navneteweyî, Serokê GiÅŸtî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Tirkiye û kurd, Serokê Komeleyên Dêrsîmê yê Enqere YaÅŸar Kilavuz jî li Dêrsîmê Heqîqat û bi dîrokê re rû bi rûbûnê tevlî sempozyomê bûn.
Nivîskar Huseyîn Ayrilmaz jî bal kiÅŸand ser lêkolînên dîroka devkî ya Dêrsîmê û Dêrsîmiyên baweriya xwe bi arÅŸîvên dewletê tînin rexne kir. Ayrilmaz, anî ziman ku Dêrsîmê wekî welat dibînin û wiha got: "Baweriya min bi arÅŸîvên Åžukru Kaya, Înonu û Ataturk nayên. EÅŸîrên Dêrsim bi hev re girêdayîbûn. Lê piÅŸtî polîtîkayên salên 1990'an di navbera eÅŸîran de cudakarî derket."
Neviya Seyîd Riza Zelîha Polat got; “Gelê me nirxê ku pîrê gelê me, rêberê gelê me heq kiriye daye. Ew bi xwe jî mirovek sade û dilnizm bû” û wiha berdewam kir; “Ez gihîÅŸtim bapîrê xwe. Dema ez biçûk bûm jiyana wî ji min re digotin. Ji ber ku ode çargoÅŸe bûn, axayan xwe didan quncikan. Mêvanên ku dihatin jî li piÅŸt derî diman. Bapîrê min ji vê yekê aciz dibû. PiÅŸtre ji hostayeke ermenî re dibêje ‘ji me re odeyeke girover çêbikin ez ê jî di avakirina vê odeyê de bixetibim. PiÅŸtre jî ode tê çêkirin, yên ku tên jî bi awayeke bi edalet rûdinin. Lê ev ode bi bombeyên Sabîha Gokçenê avêtin, bi erdê re bûn yek û heta niha cihê wan jî nayê znaîn.”
QIRKIRINA BI KOMEL Û VEGER
Polat diyar kir ku Dêrsim ji vî serî heta serê din li rastî qirkirinê hat û wiha berdewam kir; “Ji bo ku malbat bi temamî tune nebe, bapîrê min malbatê li çend koman belav dike û her komekê ber bi cihekê ve diÅŸîne. Mam Åžêrhesen wana diçin Pilûrê. Mamê min wana 40 kes bûn, di rê de li rastî leÅŸkeran tên û leÅŸker wana didin ber guleyan. Ji wana tenê du zarok bi saxî filitîn. Li wir di bin terman de dimînin û rizgar dibin. Lê yek ji wan îro najî. 40 kes li wir diavêjin goreke komî. Hîna jî di wê gorê de ne. Mamên min ên din jî rizgar dibin. PiÅŸtî ku kalê min dizane ku ji malbata me 40 kes hatine kuÅŸtin, pir xemgîn dibe. PiÅŸtî bapîrê, min dapîra min Sakîne sirgûnê gundê Bademler ê Îzmîrê dikin. PiÅŸtî ku 7 salan li wir dimîne, tabû axa ku dewletê dabû wana, li dewletê vedigerîne û vedigere Dêrsimê."
DIVÊ PIÅžTÎ LÊBORÎNEKE JIDIL, HEQÎQET BÊNE EÅžKEREKIRIN
Neviya Seyîd Riza Zelîxa Polat bal kiÅŸand ku piÅŸtî komkujiyên berî damezrandin û piÅŸtî damezrandina Komara Tirkiyeyê pêk hatin, xwe spartine zîhniyetên înkarker û yekperest û wiha berdewam kir; “Hesabpirsîna li hemberî asîmîlasyonê pir girîng e. Her çiqas gundên me vala dikin, bila bikin, Dêrsimê çiqas wêran kirin, lê em dîsa vegeriyan. Em ê her tim li ser vê xakê bijîn. Di roja me de jî bi Komkujiya Roboskiyê zîhniyeta xwe nîÅŸan dan dîsa. Daxwaza me aÅŸtî ye. Bila li dîroka xwe, ne leke, ne jî komkujî, bila aÅŸtî binivîsin. Ji bo komkujiyê em daxwaz dikin ku lêborîneke jidil bixwazin. Ger naveroka vê lêborînê tije be, dê êdî pêÅŸî li komkujiyan were girtin. Ger arÅŸîv bêne vekirin jî dê ji destan derbas bibin. Teqez tê rotûÅŸ bikin. Ez ji vê bi guman im. Her wiha, ez dixwazim ku navê Dêrsimê lê were vegerandin û navê Sabîha Gokçen ya ku li kolanên Dêrsimê hatiye kirin, were rakirin. Ji ber ku ev yek me diêÅŸîne. Divê komîsyoneke rastiyan were sazkirin û bi dirustî bixebite."
BILA NIFÅžÊN NÛ WEKÎ ME TEVÎ ÊÅžAN NEJÎN
Polat di axaftina xwe diyar kir ku ew rexneyên ku duh Civaknas Îsmaîl BeÅŸîkçî li Dêrsimiyan kir, mafdar û di cih de dibîne û wiha berdewam kir; “Rexne mafdar in. Me bi bêdengiya xwe êÅŸên xwe avêt hindurê xwe. Lê êÅŸên me berdewam in. Di sala 1987'an de bavê min hat kuÅŸtin. Di sala 1995'an de birayê min hat kuÅŸtin. Ez êdî hînî van êÅŸan bûm. Lê divê ev êÅŸ wiha berdewam nekin. Hîna jî komkujî berdewam dikin. Roboskî heye. Divê nifÅŸê van êÅŸan nejîn.”