Mecîd Cinîkanlû
Urmiye û bajarê Åžûtê li navenda ÅŸaristana Åžûtê li çar kîlomêtrîya baÅŸûrê çemê Zengemar cih girtîye. Nifûsa bajarê Åžûtê 19759 kes e. Ew ÅŸaristan ji alîyê bakûr ve tevî Åžaristana Makûyê, ji alîyê rojhilat tevî ÅŸaristana PûldeÅŸtê, li alîyê baÅŸûrê rojava tevî Çaldoranê û li aliyê baÅŸûrê rojhilat tevî Qere Ziyaedîn hevsînor e.
Ew bajar xwediyê dîrokekî gelek kevnar û dûr û dirêj e, û akincîyên wê yên yekemîn Ermenî bûne, lê niha çi Ermenî li bajêr jiyanê nakin. Akincîyên wî bajarî li dû netewên kurd û Azeriyan pêk tê ku piranîya bajêr û gundên derdora bajêr kurd in. Kurd û Azeriyên nav bajêr bi salane ku bi awayekî birayane bi hewra dijîn. Li hin çavkanîyên dîrokî de hatiye nivîsandin ku navê wî bajarî "AÅŸût" bûye û li serdemê Åžahê Îranê navê bajar kirin bi Åžahabad. PiÅŸtî serhildana gelên Îranê li sala 1357’an a Rojî de navê bajar guhertin û kirne Åžût. Åžût navê qehremanekî Ermenî ye û navê bajêr jî her li navê wî qehrmanî hatîye wergirtin.
Åžaristana Åžûtê, xwediyê du bajaran bi navê Åžût û Mergenler û sê dêhêstanan bi navên:Yûla geldî, Qereqûyûn a bakûr û Qereqûyûna baÅŸûr e. Bajarê Mergenler xwediyê nêzîkî 4000 kesî ye û li 35 kîlometrîya bajarê Åžûtê û li ser rêya teranzîtîya Makû bo Bazirganê cih girtîye.
Li nav bajarê Åžûtê seba kêmtirxemiya karbidestên rejîma îranê, ev bajar wek bajarekî bêserûber xûya dike. Li nava bajêr de îmkanatên geÅŸtîyarî pir kêm in û park û cihên ku xelk bixwaze ji bo çend demjimêran li nava bajêr çaxekî xweÅŸ bi ser bibin gelek kêm in. Piraniya îmkanatên madî yên bajêr ji alîyê karbidestên rejîmê ji bo kar û barên olî û bitaybetî bo mebestên rejîma Îranê ji bo Åžîeyan bi kar diçe. Kurdên Åžûtê ji wan îmkanatên dewletî tu parek nînin û heta Mizgevta Kurdan a herêmê bi pere û îmkanatên xelkê kurd hatîye çêkirin û dewletê çi alîkarîyek bi wî xelkî nekirîye. Sîyaseta înkara Kurdan li vê herêmê jî wek hemû herêmên din yên Îranê birêve diçe û Kurd bi hemû awayî ji alîyê deshilata Komara Îslamîya îranê ve tên çewsandin.
Kurdên bajarê herêma Åžûtê hemû bi Kûrmanciya jorîn dipeyvin. Gelê Kurd yê herêmê zêdetir bi karê Cotkarî û ajeldarîyê mijûl in. Kurdên wê herêmê piranî ser bi eÅŸîrên Celalî ne û gelekî welat parêz in.
Kurdên li herêma Åžûtê bi awayekî herî tund ji aliyê karbidestên rejîma Îranê vê tên tepeser kirin û îzna tu çalakîyekî civakî û çandî bi kurdan nayê dayîn. Her çalakiyekî Kurdan bi dijberî tevî Xudê tê zanîn û encama vê bi darvekirina xortên kurd e.
Kurdên herêma Åžûtê bi welatperwerîyê li nava gelê herêmê de hatine naskirin. Li wê herêmê li serdemê serhildana Agiriyê gelek xweÅŸmêrên Kurd tevlî serhildana kurdan bûn û alîkarî bi vê bizava rizgarîxwazîya Netewa Kurd kirin. Her wisa Kurdên herêma Åžûtê li serhildana Simkoyê Åžikak de jî gelek qehremantî kirin û zaf hewil dan ku Simko û serdarê Makûyê ku regekî wî kurd bû, bi hevra hevpêymanîyekê çêkin, lê mixabin seba hind arîÅŸeyan nekarîn wî karî bikin.
Li herêma Åžûtê de gelek asewarên dîrokî û çandî hene ku hin ji wan seba xemsariya karbidestên dewleta Îranê û li piroseya li nav birina asewarên kurdistanê li nav çûne ku ya herî girîng em dikarin îÅŸarê bi awahîya Êmaret a gundê Xûkê bikin ku dikeve 5 kîlomêtrîya bajarê Åžûtê.
Her wisa li herêma Åžûtê kûpikek bi navê Xelkê awa heye kû dîroka vê bo berê zayînê wedigere. Herêma Åžûtê seba hilkevta cûxrafîya xwe gelekî xweÅŸ û cihê seyran û gerîyana xelkê îranê ye.
Li herêmê çend kanîyên ava gerim hene ku li ser tepikekê li dilê erdê de têne derê û xelk ji bo dermana nesaxîyên pêst mifahê ji wan kaniyan werdigire. Her wisa Sûla çêkirî ji berî a wî bajarî û Menba avê ya wî bajarî yek ji cihên geÅŸt û gûzarî yên bajarê Åžûtê ne. Li herêmê de rojnameyek bi navê “Awayê Makû” heye ku xwediyê vê xelkê bajarê Åžûtê ye û li ser rûdaw û pêÅŸhatên herêmê bi zimanê Farsî bilav dibe. Rojnameya han eger çi nikare bi awayekî berfireh weÅŸanê bike, lê bo xelkê herêmê ji alîyê rewÅŸenbîrî mifah hebûye.
Ev nivîs ji hejmara 177'an a rojnameya Agirî hatiye girtin.