Îro du belgefîlmên bi kurdî li benda we ne
Diyarname
Di çarçoveya "IF Istanbul" de îro du belgefîlmên bi kurdî têne nîþandayîn.
11'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî IF Ýstanbul ku 16'ê mehê dest pê kir û heta 26'ê mehê li Stenbolê dê bidome, îro du belgefîlmên kurdan dike mêvanên xwe.
Belgefîlmê derhêner Zanyar Adamî û David Herdies ê bi navê "Gerîlayê Zarok" û belgefîlmê Îbrahîm Saedî û Zahawî Sanjavî "Hemû Dayikên Min (All My Mothers)" îro saet 12.00'an de li AFM Fitaþ 1'ê tê nîþandayîn.
Kurteya Gerîlayê Zarok:
Piþtî þer ne tenê kesên beþdarî þer dibin dikevin bin travmayan, nifþê li dû wan jî tê para xwe ji van travmayan digirin. Di vî belgefîlmî de gerîla û kurê xwe vê ezmûnê nîþan didin.
Derhêner Zanyar Ademî li ser travmayên bavê xwe ku li Baþûr gerîla bû disekine.
Li ser bandora þer çawa ji nifþek derbasî nifþeke din dibe ev belgefîlm nêrîneke balkêþ pêþkêþ dike.
Derhêner: Zanyar Adami, David Herdies
Derhênerên Dîmenê: David Herdies, Jörgen Lindskog, Loa Bie, Sophia Olsson
Hemû Dayikên Min:
Li Kerkûkê ew birin "civînekê" lê êdî deng ji wan nehat. 24 sal in ew winda ne.
Belgefîlm li ser windayên kurd ên dema Sedam Huseyîn disekine. Belgefîlm bi çavên jinan êþa wan û hêviya wan a bê hêvî pêþkêþ dike.
Derhêner: Zahawî Sanjavî, Îbrahîm Saedî
Senaryo: Ebas Xezalî, Îbrahîm Saedî
Derhênerê Dîmenê: Îbrahîm Saedî
Muzîk: Huseyîn Elîzadeh
***
Nûçeya eleqedar:
- Fîlmên kurdan dibin mêvanên 'IF Ýstanbul'ê
***
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.