Diyarname
Dadgeha Tahkîmê ya Navneteweyî ya li Parîsê roja 24'ê adara 2023'yan der barê petrola ku ji Herêma Kurdistana Federe ji bo Bêndera Ceyhana Tirkiyeyê tê şandin biryar dabû û bi vê yekê re şandina petrolê dabû rawestandin. Piştî 12 rojan îro Herêma Kurdistana Federe û Hikumeta Iraqê peymanek girê dan.
Ji bo meseleyê îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çû Bexdayê û ligel Serokwezîrê IRaqê Mihemed Şiya Sûdanî civiyan. Paşê heyetan peyman îmze kirin.
Heta niha Herêma Kurdistanê raste rast petrol dişand Tirkiyeyê. Dadgehê biryar dabû ku divê rêveberî di destê Iraqê de be. Kompaniya SOMO vê petrolê bi rê ve dibe. Li gor peymana niha Cîgerê Rêveberê SOMO'yê dê kurd be.
Piştî peymanê dê carek din petrolê bişînin bêndera Ceyhanê.
Dadgeha Navneteweyî ji ber ku di şandina petrolê de xalên ne zagonî dîtibûn hin biryar standibûn. Ji biryaran yek jê rawestandina petrolê, yek jê hatibû gotin ku 1.4 mîlyar dolar cezayê pereyan li Tirkiyeyê biriye. Tirkiyeyê ev îdîa red kir.