Diyarname
Di bin navê "Operasyonên KCK'ê" de îro li 9 bajaran nêzî 100 kesî hatin binçavkirin.
Di nav kesên hatine binçavkirin de Endama LRN ya KESK'ê û Sekretera Beşa Jinan Canan Caglayan, derhêner Mujde Arslan, rêvebera BDP'a Bakirkoy Filiz Yilmaz, li Wanê Cîgira Şaredarê Wanê Gulbahar Orhan, Şaredarê Bajaroka Lîzê Mehmet Yaşik (ev bsajarok girêdayîBûlanixa Mûşê ye), li Amedê nûçegîhanê DÎHA'yê İsmet Mikailogullari jî heye.
Sekreterê Giştî yê KESK'ê İsmail Hakki Tombul got ku ji ber bernameya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ku wan eşkere kiriye polîsan avêtiye ser konfederasyona wan û 6 kes hatine girtin.