Diyarname
Hunermenda navdar Adele di meha sermaweza 2022'yan de li Las Vegasa DYA'yê konsereke li dar xistibû. Ew niha vê konserê dê wekî fîlm belav bike.
Adele li ser vê yekê ev daxuyanî belav kir: "Di meha pûşperê de ji bo çend hefteyan ezê vegerim û fîlmî saz bikim. Ji bo her kesê bixwaze lê temaşe bike ezê vê belav bikim."
Konsera li Las Vegasê divê di meha rêbendana 2022'yan de li dar biketa lê ji ber temamnekirina amadehiyan û ji ber astengiyên Covid-19'an hatibû paşxistin.