Diyarname
Êvara 19'ê mehê li La Lîgayê heyecana El Clasicoyê hebû. Barselonayê Real Madrîd li mala xwe kir mêvan û ew bê pûan şand mal.
Di hefteya 26'an de pûanên Barselonayê 65 yên Real Madrîdê 56 bûn. 9 pûan hebûn û Real Madrîd ji bo ji şampiyonî bi dûr nekeve divê sedî sed bi ser biketa. Li aliyê din Barseloyê jî dixwest ferqa pûanan derxe 12'yan û li ser rêya şampiyoniyê hinek din rehet be.
Maç bi vî awayî dest pê kir. Real Madrîdê gelek atak pêk anîn, di deqîqeya
Di deqqîqeya 9'an de ji Barselonayê Araujo gol avêt keleha xwe û Real Madrid bi 1-0 derket pêş. Di deqîqeya 45'an de Barselonayê bi Sergi Roberto bersiv da û encam anî 1-1'ê.
Di deqîqe 82'yan de Real Madridê golek avêt lê ji ber ofsaytê gol hat betalkirin û kêfa madridiyan di qirika wan de ma. Û di deqîqeya 90+2 de Frank Kessie gotina dawî got: 2-1.
Bi vê encamê Barselona bi 68 pûanan de ji bo bi çar gavan ber bi şampiyoniyê ve bibeze di rêza yekemîn de ye. Real Madrid bi 56 pûanan di rêza duyemîn de ma.
Hin îstatîstîk
- Li stadê 95 hezar û 475 temaşevanî li El Clasicoyê temaşe kirin.
- Di El Clasicoyê de her du tîm 253 caran hatine hemberî hev. Real Madrid di 101, Barselona di 100 maçan de bi ser ketiye. Di 52 maçan de wekhev mane.
- 2 hefte berê Barselonayê di Kûpaya Kral a Spanyayê de bi 1-0 Real Madrîd têk biribû. Rovanşa maçê 5'ê avrêlê li Barnebauyê tê lîstin.
- Di 15'ê meha rêbendama îsal de maça Super Kûpa ya Spanyayê hebû, her du tîm hatibûn hemberî hev. Barselonayê bi 3-1'ê kûpa biribû mala xwe.
- Lîstikvanê Barselonayê Sergio Busquets di vê maçê de 90 deqe lîst. Busquets bû 46 caran di El Clasicoyê de formayê li xwe dike. Bi vê yeke bû lîstikvanê herî zêde di El Clasicoyê de formayê li xwe dike.
Messi 44 caran di El Clasicoyê de forma li xwe kiribû. Li aliyê din Busquets bi 22 serketinan lîstikvanê di El Clasicoyê de herî zêde serketin bi dest xistiye ye.