Diyarname
Kovara Playboy di sala 1953'yan de dest bi weşanê kir. Bi wêneyên tazî û estetîk ên jinan bala mêran dikişand. Demekê li dinyayê her hejmara wê bi mîlyonan heb difirot. Di sala 2020'î de dawî li weşana xwe anî. Lê niha Playboy ji nû ve, bi formateke din, formata E-kovar derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. Helbet di nava xwe de nûbûnan jî dihebîne.
Playboyê di hejmara nû de wêneyê lîstikvan, dîzaynkara navdar Amanda Cerny xistiye berga xwe.
Li dinyayê weşanên wekî OnlyFans hene ku Playboy niha dê dîsa derê û bibe reqibê weşanên wekî vê.
Kovar ji bo aboneyên xwe dê naverokek taybet pêşkêş bike.
Şefa kovarê Rachel Webber ji bo New York Postê wisa gotiye, "Ev platforma me dê bibe kovara Playboyê ya sedsala 21'ê."
Yek ji bergên Playboya çapkirî.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Korekî li hemberî Playboyê doz vekir
- Afirînerê Playboy wefat kerd
- Playboy vedigere ser rastiya xwe!
- Li Tirkiyeyê malpera Playboy jî hate girtin
-