Diyarname
Îro li Tirkiyeyê li ser du pirtûkan biryar hatin dayîn, ku yek jê ê îlahiyatzan Îhsan Elîaçik bû; Pirtûka wî hat qedexekirin. Biryara din li ser pirtûka Jeanette Winterson "Vişne Çurugu" bu ku Pinar Kur wergerandibû. Sansurdanîn ser vê pirtûkê.
Qedexeya pirtûka Elîaçik
Îhsan Elîaçik îlahiyatzanekî ye û li ser îslamê fikrên wî yên cuda hene. Ew di nav DÎK'ê (Kongreya Îslama Demokratîk) û Mislimanên Antîkapîlatîst de cih digire. Wî herî dawî bi navê "Yaşayan Kur'an" (Quranê Dijî) amade kiribû. Niha 1'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbolê biryara qedexekirinê pirtûkê da. Elîaçik bi ser hesabê xwe yê tora civakî re ev biryara qedexe belav kir û got, "Dadgehê gotiye ji aliyê bingeha Ola Îslamê ve ne guncan e."
Dadgehê biryara qedexeyê daye û gotiye dest deynin ser pirtûkên çapkirî.
Pirtûka Winterson wekî 'muzir' hat dîtin
Pirtûka Jeanette Winterson a bi navê “Sexing the Cherry” di sala 1989'an de hatiye weşandin. Pinar Kur ew wergerandiye tirkî û di sala 1995'an de bi navê "Vişnenin Çurugu" ji Weşanên Îletîşîmê derketiye. Paşê di sala 2000'î de çapa wê ya duyemîn hatiye kirin. Pirtûk paşê ji Weşanên Sel û herî dawî ji Qeşanên Kafka derketiye. Niha ew pirtûk hat sansurkirin.
Wezareta Xizmetên Civakî û ya Malbatê ya Tirkiyeyê îro daxuyaniyeke di Rojnameya Fermî de belav kir û têde biryara sansurê hat danîn. Pirtûka ku heta îro ji bo wê tu tiştek nehatiye gotin, tu sansur nehatiye kirin, niha wezaretê biryar da û got, "Ji ber ji bo kesên bin 18'an de dê bandora mûzirî li manewiyat û pêşketina wan bike dê bê sînorkirin."