Diyarname
Ji bo mazûvaniya tûrnûvaya Kûpaya Asya ya 2027'an Hindistan û Erebistana Siûdî berendam bûn, piştî ku Hindistan bi paş ve vekişiya, mafê mazûvanî ket destê Erebistana Siûdî.
Federasyona Fûtbolê ya Asyayê (FFA) ji bo tûrnûvayê li paytexta Bahreyn Manamayê civiya. FFA'yê eşkere kir ku mafê li dar xistinê ketiye destê Erebistana Siûdî. Wezîrê Sporê yê Erebistana Siûdî Prens Abdulaziz bin Turki el-Faysal sertîfîkaya Kûpaya Asya 2027 ji dest^ğe Serokê FFA'yê Şêx Selman bin Îbrahîm Al Halife girt.
Van deman eleqeya ji bo sporê li Welatên Ereb zêdetir bûye. Qatarê par mazûvaniya ji bo Kûpaya Cîhanê kiribû. Kûpaya Asyayê ya 2023'yan jî îsal dê li Qatarê li dar bikeve. Erebistana Siûdî ku di warê sporê de gavên mezin diavêje, meha borî ji bo maça fînalê ya Kûpaya Super a Spanyayê mazûvanî kiribû. Barselonayê Real Madrid bi 3-1 têk biribû.