Diyarname
Lîstikvana navdar Angelina Jolie û aktivîsta kurda êzîdî, xwediya Xelata Nobela Aştiyê Nadia Mûrad bi hev re çûn Şengalê.
Mûrad bi ser hesabê xwe yê tora civakî re çûyîna xwe ya ligel Jolie bi wêneyan belav kir.
Di nivîsa ku Nadia Mûrad belav kir de got ki ew çûne serdana bajarê Şengalê, Dibistana Şengalê, Navenda Tibê ya Şengalê, Her wiha çûne gundê Tel Qesab û bi gundiyan re dan û standine.
Jolie û Mûrad ligel jinên Şengalê û zarokên wir ku rastî komkujiyê hatine axivîn.
Va ne ji ve gerê çend wêne..