Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo zarokan 3 pirtûkên nû derxistin: “Hînker Zarok”, “Mamik û Zûgotinok” û Kundoyê Zana û Awaza Ajalan”.
Her sê pirtûkên ku niha ji Enstîtuya Kurdî derketine ji bo alîkariya hînkirina kurdî (kurmancî) ya ji bo zarokan e. Bi van dê zarok bikaribin kurmanciya xwe pêş ve bibin.
“Hînker Zarok” ji aliyê Bedirxan Çetin, Jiyan Ay, Rokan Baysal, Ronayî Onen û Seyîd Ehmed Subaşi ve hatiye amadekirin.
“Mamik û Zûgotinok” ji aliyê Jiyan Ay û Minawer Aslan ve hatiye amadekirin û ji nav folklora kurdî mamik û zûgotinok di nava xwe de dihebîne.
Pirtûka din jî bi navê “Kundoyê Zana û Awaza Ajalan” çîrokan pêşkêş dike.