Diyarname
Pêşniyareke balkêş ji Partiya Karkeran a Îngilistanê hat: Endamê Partiya Karkeran û Wezîrê Tenduristiyê yê Îngilistanê Wes Streeting got, partiya wî bê desthilatdariyê ewê bi temamî firotina cixareyê li welat qedexe bikin.
Streeting ji bo BBC axiviye û gotiye ku kêmkirina firotina cixareyê ne tenê dê tenduristiyan îngilazn baş bike, di heman demê de zor û zehmetiya li ser Pergala Tenduristiyê ya Îngilistanê dê kêmtir bike.
Streeting gotiye ku wekî Zelandaya Nû gav bi gav jî dikarin cixare ji holê rakin, di vî warî de dê hin gavan biavêjin. Her wiha lê zêde kiriye ku divê biryarên radîkal bêne girtin.
Endamên Partiya Mihafezekar bertek nîşanî vê gotinê dane.
Li Zelandaya Nû di vî warî de gav hatine avêtin.