Diyarname
Van rojan pirtûka prens Harry “Spare” di rojevê de ye. Pirtûk berî derkeve bû sedema nîqaşa û roja ku derket di roja yekemîn de li Kraliyeta Yekbûyî 400 hezar hebî firot û bi vê yekê rekor şikand.Bi vê firotinê pirtûk di beşa “yên derveyî vesazkirinan” de bû pirtûkê ku herî bilez gelek firotine.
Berî pirtûk derkeve hat gotin ku Harry gotiye dema li Afganistanê leşkerî dikir 25 afgan kuştine. Lê niha Harry di bernameya Late Show ê CBS de got ku ev “dereweke bi talûke ye, loma jî bûye sedem ku malbata wî bikeve bin talûkeyê.”
Li gor ku BBC ragihandiye Harry wisa gotiye, “Bêşik ev dereweke mezin e. Kesek din bi tiştek bi vî rengî pesnê xwe bide ezê hêrs bibim. Ev ne gotinên min in, lê veguhartina gotinên min malbata min xistiye nava talûkeyê.”
Harry li ser bîranînên xwe yên li Afganistanê jî diyar kiriye ku ew dirust tevgeriya ye, bêyî şerm bike bînanînên xwe anîne ziman û xwestiye întîxara li nava leşkerên berê kêmtir bike.
Pirtûk çawa derket gelek hat firotin. Transworld Penguin Random House ku pirtûk çap kiriye eşkere kiriye ku çapa normal, çapa bi cilt, e-pirtûk û bi formata deng, bi temamî 400 hezar heb firotiye.
Midûrê Giştî yê Weşanxaneyê Larry Finlay li ser vê yekê gotiye, “Me dizanî ev pirtûk dê gelek balê bikişîne lê bi qasî ku em li bendê bûn zêdetir hatiye firotin.”
Pirtûkê ku 416 rûpel e rastî eleqeyê hatiye û di vî warî de rekor bi dest xistiye.


