Diyarname
Na, ev ne henek e û ne pirsek ecêb e jî. Mesele ev e: Ev fotoyê hêkê li Instagramê ji aliyê 56.1 mîlyonî ve hatibû ecibandin û rekor di destê vê fotoyê de bû.
Hûnê bêjin, "Ê çi eleqeya Messi bi vê heye?"
Eleqe ev e: Piştî Arjantîn li hemberî Fransayê bi ser ket û Kûpaya Cîhanê girt Lionel Messi fotoyê xwe yê bi vê kûpayê belav kir. Û ev foto ji aliyê 57.2 mîlyon kesî ve hat ecibandin û fotoyê rekora fotoyê hêkê şikand.
Berî van di Instagramê de fotoyê modela amerîkî Kyli Kristen Jenner ji aliyê 18.1 kesî ve hatibû ecebandin û rekor di destê wê de bû. Paşê hesabek bi navê “World Record Egg” (Rekortmenê Dinyayê Hêk) hatibû vekirin. Vî hesabî fotoyê hêkek belav kiribû û di binî de wisa nivîsandibû, “Em hemû bi hev re rekorê bişkînin û bibin fotoyê herî zêde hatiye ecibandin.” Û bi rastî jî wisa bûbû, tam 56.1 mîlyon ksî ev fotoyê hêkê ecibandibû. Niha Messi rekor ji destê hêkê girt. Paşê? Paşê, hûn sax em silamet.