logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  2. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  3. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
  4. Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!
  5. Lîstikvan Sam Neil mir
news-details

Sînema ji bo Angelopoulos di şînê de ye

Derhênerê yewnanî Theo Angelopoulos ku li nav sînemaya dinyayê xwedî ciheke taybet e di qezayeke de jiyana xwe ji dest d

  • Dîrok: 25/01/2012
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Derhênerê yewnanî Theo Angelopoulos ku li nav sînemaya dinyayê xwedî ciheke taybet e di qezayeke de jiyana xwe ji dest da. Angelopoulos ku trajediya yewnana kişandibû sînemayê, venêrîn û kûrahiyeke mezin li sînemayê zêde kiribû.

Derhênerê navdar ê yewnan Theo Angelopoulos heta niha fîlmên wekî
"Zorba", "Rêwîtiya Ber bi Kîtarayê ve", "Dîmena Bimij", "Gava Leglegê ya Derengmayî", “Kumpanya', “Nêrîna Ûlîs", "Bêdawîbûn û Rojek", “Eleni/Çiyayê Digirî" û "Toza Zemanê" kişandibû. Hema hema hemû fîlmên wî di nav sînemaya dinyayê de bûne klasîk. Ji Zorba bigire heta Nêrîna Ûlîs, heta "Gava Leglegê ya Derengmayî" hemûyan jî bala hemû sînemaya dinyayê, bala sînemahezan, bala rexnegirîn sînemayê kişandibû.

Angelopoulos di sala 1935'an de li Atînayê hatiye dinê. Wî li Fransayê dibistana sînemayê xwendiye û paşê dest bi kişandina fîlman kiriye. Ew yek ji nûnerên sînemaya polîtîk e. Angelopoulos di nav teknîka sînemayê de nêrîneke taybet ji xwe re saz kir û fîlmên xwe li ser vê yekê saz kir.
Di fîlmên wî de hewaya bi mij, kesek tenê, xaniyên kavilbûyî, şerê ku bandor li mirovan bi taybetî li jinan kiriye, zarok, koçber û mirovan ji ser kokên xwe hatine qewirandin hene. Di fîlmê "Nêrîna Ûlîs" de Ûlîsê ku li bobînên windabûyî digere lê pêre jî dibe şahidê guherîna serdemekê; di fîlmê "Gava Leglegê ya Derengmayî" de jî balê dikişîne ser penaberan ku di nav wan de kurd jî hene. Di dawiya fîlm de pevçûn di navbera kurd û tirkan de dertê û dengê şînê bilind dibe.
Wî fîlmên xwe li ser trajediya yewnanan, trajediya Balkanan kişand. Angelopoulos kesek çepgir bû, heta dawiya emrê xwe jî wisa bû lê di heman demê de berê rexneyên tûj jî dida çepgiriyê.

Angelopoulos êvara 24'ê vê mehê diçû herêma Drapetsona ku li wê derê kişandina fîlmê wî "Behrek Din" dom dikir lê bisqisêlek lê qelibî û bi giranî birîndar bû. Ew bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Metropolitan lê nekarî wî vegerînin jiyanê.

Angelopoulos ku sosyalîst bû wisa gotibû: "Em nifeşeke ku me hêvî dikir emê dinyayê biguherînin lê me neguhart. Dinya zêdetir ber bi başiyê ve neçû."

Derhênerê navdar wisa qala destpêka sînemageriya xwe kiribû di hevpeyvînekê de: "Ji bo min sînema di destpêkê de kabûsekê bû. Di salên 1946-47'an de min yekem car dest bi sînemayê kir. Hema piştî şer... Di 9 saliya xwe de fîlmek ku min lê temaşe kir bandor li jiyana min kir. Di fîlm de gangsterekî ber bi sendeliya elekrîkî ve dibirin. Gangsterê ku ji tu tiştî neditirsiya dem çêdibû ditirsiya. Di salên piştî vê demê de ev sehne her diket xewna min û gotina ganster ku digot 'ez naxwazim bimrim' ji min re dibû wekî kabûsek. Yekemîn fîlmê min li ser dîktatoriya albayan bû. Li ser hin rastiyên wê demê min kir ku tiştek derxim holê. Di fîlmên min de rêwîtî, sirgûn mijarên min bûn. Van di hemû jiyana min de dest ji min bernedan, hê jî bernadin."

Derhênerê gorbihuşt Angelopoulos di Festivala Fîlman a Cannesê jî têde li gelek festîvalan gelek xelat girtibû. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê jî bi "Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de" (2000) ew xelat kiribû.

 

 


 

Parve Bike

Youtube Me

Nanê Gel li benda gel e

news

Rewşa dawî ya Birca Belek

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 13 07 2026

Serokê Saadetê çû serdana Demîrtaşî

news
  • 12 07 2026

Kraliyeta Brîtanyayê zora Kraliyeta Norwecê bir!

news
  • 11 07 2026

Helbestvan Ahmet Telli mir

news
  • 10 07 2026

Ji bo navê Kobanî çalakî li dar xistin

news
  • 10 07 2026

Kursa etnomuzîkolojiyê ya bi kurdî li benda serîlêdanê ye

news
  • 10 07 2026

Senarîst û lîstkvanê kurd li Japonyayê çawa mir?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Li Mêrdînê jî lîstika şanoyê ya bi kurdî hat qedexekirin

ad

Flashhilata 13'yan derket

ad

Îtalyayê got 'Na' serokwezîr dê here

ad

Ji aş û baş

ad

Serokê TYB'î: 'Ma seferberî wendişî bidin dest pa kerdin'

ad

Çarîk fînalîst diyar dibin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike

  • 14 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026
news

Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!

  • 13 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname