Demîrtaþ: Me Komkujiya Roboskiyê ragihand NY'yê
ENQERE
Hevserokê Giþtî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaþ, di civîna koma BDP'ê de bal kiþand ser bûyerên kujer nediyar û xwest Komîsyona Lêkolîna Edalet û Heqîqetê bê avakirin. Demîrtaþ, anî ziman ku ew dê heta dawî hesabê Komkujiya Roboskî, kuþtinên kujer nediyar bipirsin. Demîrtaþ, helwesta li dijî ROJ TV jî rexne kir û xwest ku li þûna bi pere û bertîlan Fransayê înqa bikin, destûr bidin ku ROJ TV li Tirkiyeyê weþanê bike.
Hevserokê Giþtî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaþ, di civîna koma BDP'ê de li ser geþedanên rojevê rawestiya. Demîrtaþ, diyar kir ku teqîna li Colemêrgê karê rêxistina kûr û dewletê ye û ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku kê pêk hatiye. Demîrtaþ, got ku hemû gel û saziyên sivîl diyar dikin ku kesên teqîn pêk anîne welatiyên sivîl kirine hedef. Demîrtaþ, destnîþan kir ku her çend walî bêje polîs birîndar bûne jî polîsên birîndar li holê tune ne.
Demîrtaþ, bal kiþand ser kuþtina Ugur Mumcu û anî ziman ku, dixwazin 2 kesan bikin qurbana vê bûyere, lê rêxistina piþt vê bûyerê vediþêrin. Demîrtaþ, bal kiþand ser kuþtina Muammer Aksoy, Hrant Dînk û Musa Anter û da zanîn ku aliyên veþarî yên van bûyeran nehatine ronîkirin û hesab ji kujeran nehatiye pirsîn. Demîrtaþ, destnîþan kir ku ev jî bûyerên kujer nediyar in û hê ronî nebûne.
'DEWLET KUJERAN DIZANE, LÊ HESABÊ NAPIRSE'
Demîrtaþ, bal kiþand ser binçavkirin û windakirina Serokê HADEP'a navçeya Sîlopiyê Serdar Taniþ û Sekreterê HADEP'ê Ebubekîr Denîz û wiha got: "Li gel 11 sal derbas bûn, heta niha der barê bûyerê de bi qasî mîsqalekê jî bûyer nehatiye ronîkirin. Em dê sibê ji bo bîranîna wan li Sîlopiyê mîtîngê pêk bînin. Ji bo piþt bûyerê bê ronîkirin û hesap ji berpirsiyaran bê pirsîn em dê bipirsin. Çima dozger ji bo ronîkirina bûyerê nakevin nava hewldanan. Çima ji bo bûyerên tarî ronî bikin nakevin hewldanan. Wekî vê bûyerê bi hezaran kuþtinên kujer nediyar hene. Lê em kujeran nas dikin. Rayedarên dewletê nava rojê mirov kuþtine. Kujer diyar in. Hemû ji aliyê rayedarên dewletê ve pêk hatine. Windakirina bi hezaran kesan ji aliyê Waliyê OHAL, Wezîrê Navxweyî, Serfermandar û fermandarên herêmê ve pêk hatin. Taniþ û Denîz jî di vê çarçoveyê de hatin revandin û windakirin.
DERKETINA HESTIYÊN JÎTEM'Ê NE SERKEFTINA DOZGER E
Demîrtaþ, bal kiþand ser kolandina navenda JÎTEM'ê û wiha berdewam kir: "Di kolandina Navenda JÎTEM'ê de piþtî restorasyonê hestî derketin. Ne hewldan û xebata dozgeran e. Em dê bipirsin û biþopînin. Em dê hemû kesên wê demê peywirdar bipirsin. Wekî vê bûyerê li her navçe û bajarî bi hezaran gor û hestî hene. Hê dayikên bi salan in li hestiyên zarokên xwe digerin hene. Heta ku li baxçeyê hemû Fermandariyên cendirmeyan neyên kolandin, heta ku hemû hestî neyên derxistin û hesab ji kujeran neyê pêrsîn, Tirkiye nikare bi paþeroja xwe re rû bi rû bibe. Bawerî pêk nayê. Li bajaroka Pespînê û navçeya Basa ya Þirnexê jî kolandin hatin kirin. Hestî derketin."
BILA KOMÎSYONA HEQÎQETÊ BÊ AVAKIRIN Û RASTIYÊ RONÎ BIKE'
Demîrtaþ, bilêv kir ku ji bo Tirkiye bi rastiya xwe re bê rûberî hev, divê parlemen komîsyona lêkolîna edalet û heqîqetê ava bike û hemû bûyerên borî rast lêkolîn bike û rast bi encam bike. Demîrtaþ bal kiþand ser bûyerên di tarîtiyê de mane û wiha dom kir: "Divê hemû bûyerên di tariyê de mane bêne ronîkirin. Qileban, bûyerên JÎTEM'ê, Hrant Dînk, Ugur Mumcu û hemû bûyerên di tarîtî de mane ronî bikin. Divê hemû bûyerên berê yên ji aliyê dewletê, JÎTEM'ê, Hîzbûlhah û PKK'ê ve hatine kirin tev bi berfirehî bêne lêkolînkirin û rastî bê ronîkirin."
'ÇIMA 4 DEMJIMÊR DÎMENÊN HERONÊ RONÎ NAKIN?'
Demîrtaþ bang li Erdogan kir û wiha got: "Em pirsnameya eþkere didin we. We ferman da leþkeran ya na? Li gel ku agahî dan we ku koma 50 kesan tên em lê bidin ya na, we ferman da ya na? Li gel 26 roj di ser re derbas bûn, çima hê hesab jê nehatiye pirsîn? Heta li hemberî darazê ev bûyer ronî nebe û bi encam nebe em dê heta dawî bipirsin."
'ME SERÎ LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DA'
Demîrtaþ, anî ziman ku ji bo komkujiya Roboskiyê bi berfirehî bê lêkolînkirin û ronîkirin wan serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) daye û xwestine ku NY bê li Tirkiyeyê lêkonînek berfireh bike.
Hevserokê BDP'ê Demîrtaþ, helwesta AKP'ê ya li hemberî BDP'ê ya xemgîn bûn ya na rexne kir û wiha got: "Mesele komkujî çawa pêk hatiye. Mesele balafirên þer ên tirk bombe kirin ya na. Kê ferman da. Karê Erdogan hesab bide. Karê Erdogan rabe lêborîn bixwaze. Çima heta 24 saetan daxuyanî neda. Bi êrîþa li hemberî BDP'ê hûn nikarin komkujiya Qilebanê veþêrin. Hûn nikarin gel bixapînin. Komkujiya 34 kesan sûcê mirovahiyê ye. Hê komkujiya 33 Gule nehatiye veþartin. Ev jî nayê veþartin. Her çend heta niha der barê tu kesî de lêpirsîn nehatibe destpêkirin jî em dê hesabê bipirsin. Çima zarokekî derdikeve vê komkujiyê þermezar dike tê binçavkirin û girtin. Çima hesab nayê pirsîn. Heta ku bûyer ronî nebe û hesab neyê pirsîn em dê li ser komkujiyê rawestin."
'BILA ROJ TV LI TIRKIYEYÊ WEÞANÊ BIKE'
Demîrtaþ rexneyên xwe yên li hemberî polîtîkayên AKP'ê yên li ser ROJ TV wiha anî ziman: "Hûn ji bo ROJ TV'yê bigirin çima ew qas enerjiyê xerc dikin. Li þûna hûn vê yekê dikin, destûr bidin bila ROJ TV bê li Tirkiyeyê weþanê bike. Hûn bi vê yekê dengê gelekî qut dikin. Li þûna hûn televîzyona ku bi 6 zimanan weþanê dikin, pirsgirêkê ji bingehê wê de çareser bikin. Her ku hûn bigirin dê televîzyonek din bê vekirin. Wekî berê jî te partî girtin, sazî girtin, televîzyon girtin. Ger ku tu dîsa bi vê hiþmendiyê tev bigerî, tu dê winda bikî. Niha TRT-6 heye ew jî ji destê AKP'ê derketiye û ketiye destê cemaetê. Hemû televîzyonên ku li Tirkiyeyê weþanê dikin çima te aciz nakin, çima tu ROJ TV digirî. Em dibêjin Tirkiye û Fransa Roj tv kir qurbana berjewendiyên xwe."
'WEZÎRÊ DADÊ LI XWE MIKUR HAT KU TECRÎD POLÎTÎKAYA AKP'Ê YE'
Demîrtaþ, bal kiþand ser pêþnûmaya der barê Îmraliyê de û diyar kir ku ev pêþnûma xizmeta þer dike. Demîrtaþ got; "Duh Wezîrê Dadê Sadullah Ergin, eþkere got em parêzeran naþînin Îmraliyê. Bi navê wezareta dadê eþkere got em hiqûqê binpê dikin. Hat diyarkirin ku tecrîd bi zanebûn e. Xuya bû ku hikumet zagon û hiqûqa xwe binpê dike. Xuya bû ku xerabûna keþtiyan û muxalefeta hewayê ne hincet e. Lê ev pêþnûma ne çareserî ye. Hikumet dixwaze tecrîdê bike zagon û pirsgirêk çareser bike. Lê bi zagonkirina tecrîdê pirsgirêk çareser nabe. Divê li þûna wê diyalog, muzakere û niqaþên aþkere û azad çêbin. Ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin divê berî her tiþtî pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk û aþtiyane çareser bibe. Em heta dawî diyalog û muzakereyan esas digirin. Heta dawî em dê li piþt vê yekê bin."
'EM BANG LI HIKÛMETÊ DIKIN KU PIRSGIRÊKÊ BI MUZAKEREYÊ ÇARESER BIKIN'
Demîrtaþ, destnîþan kir ku ji bilî rêya muzakere û diyalogê dê Tirkiyeyê paþve bixin û xwest her kes piþtgiriyê bidin vê yekê û azadî û aramiyê diyarî civakê bikin. Demirtaþ, xwest hikumet paþeroja xwe di ber çavan re derbas bike. Derfeta hatiye dayîn baþ bikar bîne û pêvajoyek nû dest pê bike. "
AGAHIYA DOZGER JI MIRINA GORKÎ Û SEÎDÊ KURDÎ TUNE'
Demîrtaþ, helwesta Erdogan a li hemberî Musa Anter rexne kir û wiha got: "Tu dibêjî me destûr da kurê wî, lê behsa qedexeya pirtûka wî nake. Dozger ji kurê wî dipirse û dibêje çima hûn pirtûka kesê miriye çap dikin. Wê demê agahiya Dozger ji mirina Gorkî tune. Ji mirina Seîdê Kurdî tune ye."