Lokman Polat
Di van çend salên dawî de xwendekarên kurd ên zanîngehan kar û barên hêja pêk tînin, xebatên hêja dikin. Gelek xwendekarên kurd yên zankoyan niha li ser gelek babetên cur bi cur ku bi pirsa netewa kurd ve girêdayî ye lêkolîn dikin, tezên doktorayê amade dikin, belgeyên dîrokî yên der barê kurdan de ji nav arşîvan derdixin ronahiyê. Pirtûk û kovarên cur bi cur diweşînin. Yek ji wan xebatan jî weşandina kovara Asîva ye. Kovara Asîva ji alî xwendekarên zankoyê ve tê weşandin.
Xwedî û berpirsiyarê karê nivîsan Fatih Ozturk e. Edîtorî û mîzanpaja wê Mekîn Ekîn dike. Redaksiyon Çetînê Babosî û Zerweş Xodî ne. Karîkaturên kovarê ji alî Rojarî Dewlemend ve têne xêzkirin. Wênekêş Dûrzan Cîrano ye. Bergan jî Emrah Seyyar amade dike. Xuya dibe ku komek xwendekar bi şêweya kar û xebateke kolektîf kovarê amade dikin, didine çapê û li xwendevanên kurd belav dikin. Ev karekî hêjaye ku ew pêk tînin.
Kovara “Asîva” hejmara duyem jî derket û kete destê xwendevanên kurd. Kovara Asîva kovareke xweşik e, bedew e, delal e, spehî ye. Kovar 48 rûpelin û têde 26 nivîs, gotar, nirxandin, helbest, kurteçîrok, pexşan, hevpeyvîn, gotinên pêşiyan, xaçepirs û karîkatur hene. Naveroka kovarê dewlemend e. Kovara Asîva kovareke rengîn û pirdengîn e. Di nav rûpelên xwe de mijara çand, huner, wêje û ramanê dihebîne.
Di kovarê de gelek nivîs heen
Di destpêka rûpelên kovarê de gotara yekem dostê min ê hêja Aydin Orak ku ew bi xwe xwendekar e û her wiha şanogerekî hêja ye, di derbarê kovara Asîva de nivîsiye û ji bo pêşketina kovarê dîtin û ramanên xwe pêşkêş dike û çend pêşniyazên hêja û giranbuha pêşkêş dike.
Di kovarê de du nivîsên nirxandina li ser romanên kurdî hene. Yek jê nivîsa min a bi sernavê “Şaşiya Feylesofê Serxweş” e û ya din nivîsa birêz Ferzan Şêr ya bi sernavê “Roman û Bajarên Bêwêne” ne. Di nivîsa min de nirxandina romana Bavê Nazê ya bi navê “Miriyê Heram” heye. Min li gor dîtina xwe roman nirxandiye û hinek rexne lêgirtiye. Di nivîsa birêz Ferzan Şêr de jî nirxandina hunera romanê û kêmaniya romana Hesenê Metê “li Dêrê” û her wiha ya Firat Cewerî “Lehî” radixe ber çavan û kurterexneyeke li van her du romananm digre.
Di kovarê de çend helbestên baş û xweş hene. Helbestvanên ku helbestên wan di vê hejmarê de hatine weşandin ev in: Mem Jan –helbesta bi sernavê “Taxa Rosa û Evînek Ûtopîk” - Masum Karaman –helbesta bi sernavê “Rûken” - Yaşar Aksu –helbesta bi sernavê “Wê Şevê…!” – Bager Ar –helbesta bi sernavê “Deryaya Hêvîyên Winda” - Îmad Bernas –helbesta bi sernavê “Fîlmê Jiyana min” – helbesteke Murathan Mungan jî ji aliyê Mewalî ve ji tirkî li kurdî hatiye wergerandin.
Nivîsên kirmanckî jî di kovarê de hene
Xwendekarê ciwan Erkan Turan li ser “Têgeha Ziman” gotareke baş nivîsiye. Roşan Lezgîn jî kurtelêkolîneke li ser wêjeya nûjen a bi zaravayê zazakî pêşkêş kiriye. Wî nivîsa xwe bi zazakî (kirmanckî) nivîsiye û bal kişandiye ser destpêka edebiyata modern a kirmanckî. Di vê hejmarê de xanim Sebîha Yildirim jî bi zaravayê zazakî nivîsiye.
Salih Qoserî di bin ronahiya dîtinên Jean Jaques Rousseau de li demokrasiya Tirkiyê nêriye û ew şîrove kiriye. Berpirsê kovarê Fatîh Ozturkê ciwan jî ceribandineke baş û balkêş nivîsiye. Mehmet Aktop li ser Mahatma Gandhî ê navdarê cîhanê gotareke nivîsiye û ramanên wî şîrove kiriye. Bûbê Eser jî şîroveyeke li ser kurdên li diyasporayê ango yên li xerîbiyê kiriye û dîtinên xwe aniye zimên. Çîroknivîserê serketî Receb Dildar jî kurteçîrokeke ku ji hêla hunera wêjeyî ve gelek serketiye bi sernavê “Lehengê Bênav” pêşkêşê edebiyathezan kiriye. Her wiha çîroknûs Arda Janxwar jî kurteçîrokeke bi ser navê “Kevkanî” nivîsiye.
Hevpeyvînek bi Tara Jaff re
Mekî Ekînê lewend bi hunermenda hêja Tara Jaff Xanimê re hevpeyvîn kiriye. Yên ku întreseya wan û bala wan li ser hunera muzîkêye divê miheqeq vê hevpeyvînê bixwînin. Hasîp Ekîn jî li ser ekolojiya (hawirnasiya) mirovan gotareke balkêş pêşkêşê xwendevanan kiriye. Mehmet Alî Agin jî bi pexşaneke hunerî bal kişandiye ser mijareke girîng û ew dibêje divê “her kes bi refê xwe re” be.
Di kovarê de li ser şanoya “Araf”ê danasîneke heye. Di vê şanoyê de jiyana rewşenbîrê kurd Musa Anter bi awayekî biyografîk tê ravekirin.
Ez ji bo kovarê temeneke dirêj a weşanê daxwaz dikim û ji dil û can jê re serketinê dixwazim.