Bakirhan: Em nizanin em ji ber çi tên sûcdarkirin
STENBOL
Parlamenterên BDP'ê Pervin Buldan û Emine Ayna çûn serdana Cîgira Hevseroka Giþtî ya BDP'ê û Parlementera BDP'ê ya Wanê ya berê Fatma Kurtalan û Endamê LRN'ê yê BDP'ê Tuncer Bakirhan ku li Emniyeta Stenbolê di bin çavan de ne. Di hevdîtinê de Bakirhan got: 'Em nizanin em ji ber çi tên sûcdarkirin."
Parlamenterên BDP'ê Pervin Buldan û Emîne Ayna piþtî daxuyaniya bi armanca þermezarkirina opersyonên li dijî BDP'ê û rêxistinên saziyên sivîl ya li Qada Taksîmê, vê carê çûn avahiya Emniyeta Stenbolê ya li ser Kolana Vatanê. Buldan û Ayna bi Kurtalan û Bakirhan re hevdîtin pêk anîn. Parlementer di saet 16.00'an de ji Midûriyeta Emniyetê veqetiyan û der barê hevdîtina xwe de agahî dan.
Bultan got ku rewþa Bakirhan û Kurtalan gelek baþ e û wan silavên xwe ji bo her kesî þandine.
Buldan qala hevdîtina bi Bakirhan re kir û got: "Ez gelek kesên li vê derê ne nas nakim. Bi salan e ez di partiyê de siyasetê dikim lê ez bi kesên ku nas nakim re di heman dosyayê de hatime binçavkirin. Ez nizanim em ji ber çi tên sûcdarkirin jî'."
Parlementera BDP'ê Buldan, diyar kir ku ji ber di dosyayê de biryara ‘veþartina agahiyan’ heye ew hînê tu tiþtî nebûne û tenê got ku roja duþemê dê wan derxin pêþberî dadger.