Diyarname
Hunermend Ayfer Duzdaş bi navê “Klamên Arxawûnê” albumek amade kir û strana wê ya yekem li ser platforma dîjîtal belav kir: “Dam a Dam”.
Duzdaş ji bo vê stranê klîbek kişand û klîb belav bû. Gotinên stranê aîdê Fîrdews in, Ayfer Duzdaş ew ji Ali Îhsan Çiplak daye hev.
Strana ku aranjoriya wê Caner Yilmaz kiriye, klîba wê jî ji aliyê Aram Dildar / Refîq Dildar ve hatiye kişandin.
Em vê wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêşkêş dikin.
Kerem bikin…