Şirnex
Cerdevanê berê, bavê Salih Encu Abdulaziz Encu li ser nûçeya di rojnameyên tirkan de derketibû ku wî gotibû; "Al danîne ser tabûtan, vê yekê dilê min êşand" axivî. Abdulaziz Encu îro axivî û got: "Li vê sînorê kalên me jî qaçaxçîtî dikir. Ji ber ku li vê derê çareyeke din ji bo debarê nîn e. Em hemû li vê derê qaçaxçîtî dikin. Ez di 47 saliya xwe de ji cerdevanî malnişîn bûm. Ji bo 35 hemwelatiyên me ku jiyana xwe ji dest dan ku kurê min jî têde ye min got 'Dilê min diêşe'. Lê wan tiştên din nivîsîn. Min negot 'Ji ber ala li ser tabûtan danîne dilê min ênişa'. Hemû kurdên li vê derê min jî, malbata min jî nas dikin. Ew dizanin ku ez tişteke wisa nabêjim."
Bi vê yekê careke din derewan çapemeniya tirk ku her gotina kurdan berevajî didin derket holê.
Her wiha Abdulaziz Encu gotiye ku li ser sînor haya leşkeran li qaçaxçîtî heye, tu çûn û hatin bê agahiya wan nayê kirin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Komeleya Nivîskaran: Divê berpirsên bûyerê bên darizandin û ji kar bên dûrxistin
- 'Çiller nekarî hûnê jî nikaribin berxwedana kurdan têk bibin'
- 30 hezar kesî 35 kes veşartin
- ÎHD û Mazlûmder: Bûyer înfazeke giştî û komkujiyek e
- Haci Encu ku ji bûyerê sax filitî qala bûyerê kir
- Gotinên li ser komkujiya Roboskiyê
- Selahattin Demirtaş: Komkujiyekî din li dîroka Tirkiyeyê hate zêdekirin
- Demîrtaş: Rabin bûyerê nalet bikin- Navên kesên ku hatine kuştin
- Balafiran gundî dan ber bombeyan: 35 kes kuştin