Diyarname
Mezatxaneyeke bi navê “Ulien’s Auctions” pêlavên avakarê Appleyê Steve Jobs derxistin mezatê û pêlav bi 218 hezar dolarî firotin.
Li bendê bûn ku pêlav (pêlavên di şiklê terlikê de) bi 60 hezar dolarî bihata firotin lê kesek ku nav nehatiye eşkere kirin bi 218 hezar dolarî kirî.
Mezatxaneya ku navenda wê Kalîfornaya DYA’yê ye eşkere kir ku pêlavên Jobs neqetiyayî, baş bûn û di salên 70’yî û 80’yî de ew her bikar anîne.
Avakarê Appleyê Steve Jobs di sala 1955’an de li San Fransiskoya Kalîforniyayê hatiye dinê û di sala 2011’an de miriye.
Jobs di sala 2011’an de ji peywira xwe ya Appleyê îstîfa kir û piştî vê yekê bi 6 mehan, di 56 samiya xwe de ji ber qansêra pankreasê mir.